Îro li Qantona Hesekê Komcivînek hat lidarxistin. Komcivîn li ser esasa Çand û Jin bû. Komcîvin dawî bû. Di komcivînê Jinên Ciwan yên Endamên Meclîsa Demokratîk yê Surî ji ajansê me re axîvin.
HESEKÊ- Îro li Qantona Hesekê Komcivînek hat lidarxistin. Komcivîn li ser esasa Çand û Jin bû. Komcîvin dawî bû. Di komcivînê Jinên Ciwan yên Endamên Meclîsa Demokratîk yê Surî ji ajansê me re axîvin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer got ku ”Îro em li vir ji bo li ser esasa jin û çandê komcivînek lidardixin. Ev komcîvin ji bo çanda jinên Kurdî, çanda jinên Rojhilata Navîn ji nû ve zîndikirine zemîn amadekirin e. Di pêvajoyek ku çanda kapîtalîzmê êrîş dike de em wundabiyek ciddî di mile çandî de dîjin. Armanca van êrîşan tunekirina çanda jinê ye. Ji bo tunekirina çanda Rojhilata Navîne. Bi taybet jî tunekirina Kurdan yê bi rêya parçekirini ye.
Em wek jinên ciwan ji vê re bêjin êdî bes e. Em ê bi vejîn kirina nû ve yê çandê bere vê bigirin. Ji her dere Surî û Rojava em wek jin hatin gel hev da ku em çawa çanda Surî ku bin êrîşê kapîtalîzmê de maye rizgar bikin nîqaş dikin. Jixwe tevlêbûna jinÊn Ereb, Kurd û Suryan bi sere xwe serkeftineke. Ev komcivîn bûye sedem ku nasnameya jin yê ku DAIŞ dixwest wunda bike bersivek mezin bûye. Bi projeya Serokatî yê Netewa Demokratîk her derdorên Surî dikare li vir de cihê xwe bigire. Çawa Rêber APO vê projeyê ji bo tevahî cihan re pêşkeş kiriye em jî dikarin di destpêkê de wek jinên ciwan li Surî viya pratîze bikin.”
Endama Ciwanên Meclîsa MSD’ yê Nevin QASIM; ”Îro em hatine livir ji bo çanda xwe ya dîrokî fêr bibin, nas bikin. Îro liv ir ji her bajarê ji her sê gel jin hatine vir. Ji bo ku herkes çanda xwe nas bike me komcivînek wisa lidarxist.Em îro ji tevahî jinên Rojava Bakurê Surî ji bo ku pirsgirekên xwe yên çandî nîqaş bikin vê derê kom bûn. Ev wê bibe nîqaşên tevahî çandên Surî.”