Abdullah OCALAN
Tevgera jinê tevgereke sedsala 21 emîn e. Sedsala 19 emîn çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21. jî dê ji bo tevgera jinê wisa be. Zanyar bi xwe jî dibêjin, dibêjin sedsala 21 emîn dê bibe sedsala jinê, meseleya jinê meseleyeke civakî ye. Tenê ne meseleya cins e, li gorî min jî meseleyeke mêr e. Şaristanî afirandineke mêr a 5 hezar salan e, bi qirêj e, mêr di vê qirêjiyê de parçe parçe hildiweşe, ez ê li ser vê hûrûkûr bibim, niha li ser meseleya mêr disekinim ez ê vê vekim bila bi heyecan li bendê bin. Jin piçekî xwe gihandiye asta azadiyê, divê jin xwe bigihîne jiyaneke bi rûmet.
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya xwe bi şoreşeke duyemîn a gund û cotkariyê heye, ewqasî hewcedariya xwe bi şoreşeke jinê ya duyemîn heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya rastî, şoreşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî, şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve. Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin, divê berê pêşî di hevsenga hêzê ya zanyartiya beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji bo pêkhatina vê jî divê îrade û têgihîştina wê bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna kesayeta esîl û bedew pêk bîne.
Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û zîhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya jinê mumkin nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in. Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat, çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere, rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku çareseriya dayikan e, li ser dayika pirsgirêkan ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje heqîqetê.
Eşkereye ku, jina ku navê wê bi jiyanê re bûye yek ku statuya jê re hatiye ferzkirin bi tevahî bi karekterê dij-jiyan û dij-jin e. Ev xusûseke wisa ye ku hê jî hişê min nagire. Bi wateya xwe ya rastî şerê bi vê re weke namûsa rastî ez fêr bûme. Ez bawer dikim ku, ev şer jina tê bêrîkirin, lewma jî afirandina jiyanê ji niha ve di şexsê we de û di îfadeya sazîbûna wan de hatiye îspatkirin. Bi gelemperî li dunyayê, bi taybetî di civaka Rojhilata Navîn de têkoşîna civakî ya herî watedar ku di rêya wê de bê meşandin divê li ser vî bingehî be. Bi performanseke mezin têkoşîna xwe ya di vê hêlê de bi rûmetdarî dimeşînim. Lê tişta ya girîng, di bin vî barê têkoşînê de çi ferdî çi jî bi sazî bi serkeftî derçûna we ye. Tiştên ku min ji bo vê têkoşînê gotine naxwazim dubare bikim. Di rêhevaltî û dostaniya min a bi jinê re sînor nîne. Pratîk û kûraniya teorîk a pê re, ew ê bibe pîvana rastî ya mêraniya bê qebûlkirin jî. Li gorî min ev perspektîf rêgeza bingehîn a estetîk û exlaqê ye. Bedewbûn beriya her tiştî xwe gihandina kûraniya vê perspektîfê û bi jiyîna wê mumkin e. Herhal pîvanga bingehîn a jiyîna welat, netew û azadiyê dê ev be.
Divê Hûn Fêrkirin Û Nûnertiya Formula Bi Sêhr AJin, Jiyan û Azadiyê Bidomînin.
Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Lê weke nijad, çîn an jî netew a herî zêde bindest. Divê baş bê zanîn ku tu nijad, çîn an jî netew weke jinê bi sîstematîk rastî koletiyê nehatiye. Em hertim dibêjin şert û mercên ku dûrketina ji jin û jiyanê hilweşan û hilweşîna civakê diteyisîne. Bêyî ku em vê rastiyê çareser bikin û di rêya azadiyê de seferber nekin nayê fikirîn ku hêmanên em jêre dibêjin şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîlîtan karîbe rola xwe bilîze. Hewce ye bibe azadîxwaziya jinê.
Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be (xwebûn). Heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Şertê pêşî yê şoreşgertî û mîllîtantiyê divê bi vî awayî be. Kesên bi awayekî serketî ji vê ezmûnê bibihurin bi awayekî di kesayeta xwe de azadî pêk anîne, lewma bi vê kesayeta xwe ya azadbûyî dikarin dest bi avakirina neteweya demokratîk û civaka nû bikin. Di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e.
Divê ‘xweda’ya jinê hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe welidandin e. Jina azad weke rojê hiltê. Peyvên Jin, Jiyan pir watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwediyê biryarê be. Jin pir muthîş bi min ve girêdayî ne. Jin heyîneke binirx e. Ji ber vê peyvên jin û jiyan binirx in. Divê hûn fêrbûn û nûnertiya formula bi sêhr a Jin, Jiyan û Azadiyê bidomînin.
Dîroka koletiya jinê hê jî nehatiya nivîsandin. Dîroka azadiyê jî li bendê ye ku bê nivîsandin. Dîroka koletiya jinê elbet di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji ber vê derçûna wê jî dê li ser vê axê be. Lê eşkere ye ku ne bi tarzê mêr be. Jineolojî dikare bibe derçûneke bingehîn. Qesta min bi vê jinê ji bûyina objeya zayendî pir wêdetir hem weke cewher hem weke durdiya (tortu) civakê derfetên ku azadkirin û ronîkirina wê bê lêkolînkirin. Elbet heman lêkolînê ne tenê di qada zanista pozîtîf ku bi paradîgmaya mêr hatiye pêşxistin de bi heman paradîgmayê lêkolînkirina qadên olî, hunerî û felsefîk jî. Hewldana min a di vê hêlê de min bi berdewamî kiriye. Bi berdewamî zêdebûna kombûnekê mijara axaftinê ye. Dema vê qada ku kirine tabû derdikim kêfxweşî û bextewariyê hîs dikim. Tu çîrok weke çîroka koletî û azadiya jinê hem bi xemxwarî, bi hêrs, hem bi şanazî û bi coş bandorê li min nake.
Ta ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê tevahiya xwezaya civakê weke neronîbûyî bimîne. Ronîbûyîna rastîn û berfireh a xwezaya civakî gengaz e ancax bi ronîbûyîna berfireh û rasteqîn a xwezaya jinê pêk bê. Zelalkirina şûngeha jinê, ji dîroka mêtingehbûna wê heya mêtingehbûna wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhni (mejî) wê tevkariyeke mezin bike li zelalbûyîna tevahiya bi her milî ve mijarên din ên dîrokê û civaka rojaneyî. Bêguman, zelalbûyîna statuya jinê tenê aliyekî mijarê ye. Aliyekî hîn girîngtir, bi pirsgirêka rizgarbûna wê re têkildar e. Bi gotineke din, çareseriya pirsgirêkê zêdetir girîng e. Pirî caran tê gotin ku asta gelemperî ya azadiya civakê rêjedar e bi asta azadiya jinê re. Ya girîng ew e bê ka wê çawa were dagirtin nava vê biwêja ku rast e. Azadî û wekheviya jinê, ne tenê azadî û wekheviya civakî destnîşan dike, lê ji bo vê sazgerîn (mekanîzma)ên pêwîst ên teorî, bernameyî, rêxistinî û çalakî pêwîst dike û ya hîn girîngtir, nîşan dide ku bê jinê siyaseta demokratîk nikare çêbibe, heta tew siyasetmedariya çînî jî wê kêm bimîne û her wisa wê nikaribe aştî û jîngeh jî bêne pêşxistin û parastin.
Lêkolînkirina jinê, weke kombûna têkiliyên civakî, ji ber vê sedemê, ne tenê watedar e, lê ji bo derbaskirina (tehlîlkirina) girêyênkor ên civakî jî, pir girîng e. Şikandina korîtiya derbarê jinê de, wisa ye ku, heman weke ku mirov atomê parçe bike, ji ber ku nêrîna serwer a zilam bexşangî qezenc kiriye. Ji bo şikandina vê korîtiyê, pêwîst dike ku mirov hewldanên mezin ên rewşenbîrî pêş bixe û zilamtiya serwer birûxîne. Her wisa pêwîst e mirov di enî (bere) ya jinê de jî, ew jina ku hema hema ji xwe re kiriye şêwaza heyînê û di rastî de weke civakî hatiye avakirin, tehlîl bike û ewqas jî birûxîne. Hemû şikestinên xeyalan ku hatine jiyîn di nekarîna xistina jiyanê utopya, bername û rêgezan, ên di serkeftin an ne serketîbûnên tevahiya têkoşînên azadî, wekhevî demokratîk, exlaqî, polîtîk û çînî de, şopên şêweya têkilî (ya di navbera jin û mêr de) ya serwer (a bi desthilatî), ku nehatiye şikandin, di xwe de werdigirin. Têkiliyên ku tevahiya newekheviyan, koletiyan, zordarî (destpotî)yan, her wisa faşîzmê û milîtarîzmê xwedî dikin, çavkaniya xwe ya sereke, ji vê şêweya têkiliyan digirin. Eger em bixwazin li wan peyvên ku navên wan pir derbas dibin, her wekî wekhevî, azadî, demokrasî, sosyalîzm, derbasdariyên ku nebin sedema şikestina xeyalê, bar bikin; pêwîst e ew tora têkiliyên ku li derdora jinê hatine honandin, ku bi qasî civak û xwezayê kevn in, were ji hevxistin û parçekirin. Ji bilî vê, wekî din tu rê nîne ku mirov bibe azadiyê, wekheviyê (ya guncaw li gel cewaziyan), demokrasiyê, ya rasteqîn û exlaqek ku durû nebe.