Xwendekarên Zaningeha ODTU’ yê ji bo 2 xwendekarên ku çend roj bere jiyana xwe dest dabûn meşekê bi diruşma ‘Em dixwazin bijîn’ li kampusê pêk anîtin.
ANKARA- Xwendekarên Zaningeha ODTU’ yê ji bo 2 xwendekarên ku çend roj bere jiyana xwe dest dabûn meşekê bi diruşma ‘Em dixwazin bijîn’ li kampusê pêk anîtin. Xwendekaran xwestin ku îhmalên din av kampusê were serastkirin û rewşa derfetên kampusê bê başkirin. Her wiha xwendekaran xwestin ku lêpirsînin ku ji bo buyeran tê kirin bila zelal bê kirin.
5 hezar xwendekarên ODTU’yê bi daxwaznameyekê meşiyan ber bi avahiya rektorî û ber avahî axuyaniyek dan çapemeniyê. Pişt re jî daxwaznameya xwe radestî Rektortî kirin. Li Ser Navê xwendekaran Ozdeş ÇETÎN got ku ‘’ Me ji bo 2 hevalê me ya ku ji ber îhmalan jiyana xwe dest dan hatin liv ir. Em dixwazin ku lêpirsîn zelal were meşandin. Û em ê şopdarê dozan biin da ku carekê din buyerên wisa ti xwendekar nejîn.’’