Xwendekarên Peymangeha Teknîkî ya navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ji ber çênekirina rêya li ber peymangehê çalakiyekî ya nerazîbûnê kirin. Qaymeqamê navçeyê jî aşkere kir ku çend caran daxwaz ji hikûmetê kirine ku vê rê çêbikin, lê hîn weke xwe ye.
SILÊMANÎ- Xwendekarên Peymangeha Teknîkî ya navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê bi çalakiyekê daxwaz kirin ku rêya sereke ya li ber peymangehê were çêkirin. Xwendekar çûn li ser avahiya qaymeqamtiyê û xwestin ku di demek zû de rêya ku li ber peymangehê ye were qîrkirin.
Xwendekarê Peymangeha Teknîkî ya navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê Mihemed Hesen têkildarî pirsgirêka rê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Me çend caran daxwaz ji Şaredariyê û qaymeqamê Derbendîxanê kiriye ku rêya çêbikin. Lê, heta niha bersiv nedane û rê jî di dema baranbarînê de gelek herî û nikarîn hatinûçûnê bikin.”
Qaymeqamê Derbendîxanê Nasîh Mihemed li ser mijarê ev agahî dan; “Raste pirsgirêk heye, dema ku serokê hikûmetê û cîgirê wî serdana Derbendîxanê kirin, bi nivîsekî fermî me pirsgirêk pêşkêşî wan kir. Wan soza çareserkirinê dan. Lê, heta niha çaresernekirine. Piştre jî bi rêya Ofîsa Cîgirê Serokê hikûmetême daxwaz lê heta niha bêdeng in. Bûdceya me nîne ku wê projeyê çêbikin. Lewma emê careke din bi rêya Waliyê Silêmaniyê pirsgirêkê bibin Desteya Wezîran.”
Rêya li ber Peymangeha Tekînî a navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê rêya sereke ye û termînala navçeyê li ser e.