NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina YPG bi daxuyaniyekê 19 Şervanên Ku di sala 2014’an de şehîd ketine eşkere kir. YPG da xuyakirin ku ji ber rewşa şer ya wê demê nasnameyên şehîdan nê zelal kirine.
Daxuyaniya YPG’ê ya têkilarî 19 şervanan wiha ye:
“Sala 2014’an ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li herêmê û qada navnetewî de pêş diket û bandoreke mezin avakiribû, li hember rêxistina terorî ya DAIŞ a ku bi hemû şêwazên çalakiyê li dijî mirovahiyê li herêmê û qada navnetewî de pêk dianîn û bi vê ve dixwestin li ser piyan bimînin hêzên me YPG û YPJ ku ji şoreşê re pêşengtiyê dikir li hember DAIŞ’ê şer û berxwedanên destanî dan û mohra xwe li dîrokê dan. Li Kobanê, Serêkaniyê, Ceza, Rebîa û gelek cihên din yên herêma Rojava de di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de di vê demê de bênavber şêrên dijwar qewimîn. Destkeftiyên şoreşa Rojava ku bi kedên mezin û bi berxwedaniyan hat bidest xistin xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hilweşînin û di herêmê de şûna azadî û demokratîkbûnê jiyana koletiyê bidin avakirin û qebûlkirin.
Di dema pêvajoya berxwedana Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabîa de, di serî de keê û xortên li çar perçeyê Kurdistanê û ciwanên şoreşger û azadîxwaz yê welatên din demaku xeteriya dijmin dîtin, berê xwe dan van herêmên têkoşîn lê tê kirin û cihê xwe di nav refên YPG û YPJ’ê de girtin. Bi ruhê seferberiyê û bi fedakariyên mezin ku tevlî berxwedanên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rabiayê bûn û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi şer û berxwedaniya xwe ne tenê çeteyên DAÎŞ’ê, hedef û armancên dagirkeran yên ku piştevaniya DAIŞ’ê dikirin jî têk birin. Bi vê awayî li giştî cihanê dan nîşandan ku ev şoreş, şoreşa gelên bindest û şoreşa mirovahiyê ye. Afirînerên van berxwedanan, şehîdên me ne ku ji ax û gelê xwe re girêdayî, li hember hemû êrîşan tekoşîn kirin û bi vê awayî gihîştin şehadetê ne.
19 hevalên me yên ku Cotmeha 2014’an de li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa û Rebîa şehîd ketin, ji ber giranahiya şer ya wê demê nasnameyên wan nû hatin zelalkirin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ne
Nasnav: Bişeng Dilbarîn
Nav û Paşnav: Zelîxa Yîmez
Navê Dayikê: Heybet
Navê Bav: Ebdilrehîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Rebîa / Gundê Mehmûdiyê / 5’ê Cotmehê 2014
*************
Nasnav: Canfeda Rênas Gulan
Nav û Paşnav: Recep Kalabalik
Navê Dayikê: Nîgar
Navê Bav: Sabir
Cihê Ji Dayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmehê 2014
****************
Nasnav: Çekdar Baran
Nav û Paşnav: Xelîl Yilmaz
Navê Dayikê: Nesrîn
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 6’ê Cotmehê 2014
************
Nasnav: Çekdar Botan
Nav û Paşnav: Yusuf Gol
Navê Dayikê: Salîha
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmehê 2014
***************
Nasnav: Dersim Cudî
Nav û Paşnav: Îsa Sanirci
Navê Dayikê: Sabriye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 3-5 Cotmeh 2014
*********************
Nasnav: Ehmed Havîn
Nav û Paşnav: Xalid Beştaş
Navê Dayikê: Azîme
Navê Bav: Ebdilezîz
Cihê Ji Dayikbûnê: Sêrt
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmehê 2014
******************
Nasnav: Elîşêr Amed
Nav û Paşnav: Şerafettîn Arhan
Navê Dayikê: Guzel
Navê Bav: Fewzî
Cihê Ji Dayikbûnê: Erzurum
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmehê 2014
******************
Nasnav: Êrîş Andok
Nav û Paşnav: Mahir Polat
Navê Dayikê: Ferîde
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Riha
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 5’ê Cotmehê 2014
**************
Nasnav: Ferhad Wan
Nav û Paşnav: Cevat Demîr
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Resul
Cihê Ji Dayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 1’ê Cotmehê 2014
******************
Nasnav: Kawa Timoq
Nav û Paşnav: Xelîl Argîs
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Osman
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
*******************
Nasnav: Mazlum Serhed
Nav û Paşnav: Nîhad Sarihan
Navê Dayikê: Aynur
Navê Bav: Samîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 28’ê Cotmehê 2014
***********
Nasnav: Rêdur Bargiran
Nav û Paşnav: Sabrî Ertan
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
*****************
Nasnav: Rojvan Yilmaz
Nav û Paşnav: Îbrahîm Aybay
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Şikrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Edenê
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 19’ê Cotmehê 2014
******************
Nasnav: Rubar Amed
Nav û Paşnav: Serhed Ozbeklî
Navê Dayikê: Zarîfe
Navê Bav: Samî Metîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmehê 2014
****************
Nasnav: Rubar Mêrdîn
Nav û Paşnav: Yaqup Tunç
Navê Dayikê: Şikriye
Navê Bav: Şikrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
**************
Nasnav: Rûstem Cudî
Nav û Paşnav: Yunus Akan
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 9’ê Cotmehê 2014
*************
Nasnav: Şahîn Kurdistan
Nav û Paşnav: Selam Gûven
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Ramazan
Cihê Ji Dayikbûnê: Edenê
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / Mebruka / Gundê Dehma / 21’ê Cotmehê 2014
**************
Nasnav: Sîdar Mazlum
Nav û Paşnav: Mucahîd Çelîk
Navê Dayikê: Zeynep
Navê Bav: Feyzullah
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmehê 2014
*************
Nasnav: Welat Devran Berçelan
Nav û Paşnav: Velat Gûr
Navê Dayikê: Sekna
Navê Bav: Omer
Cihê Ji Dayikbûnê: Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014’an
Em şehîdên xwe yên qehreman yên li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Rebîa û li heremên din yê bi xwîna xwe nirxên mezin dayîn avakirin bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Em ji malbatên şehîdan yê bi nirx û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”