Parlamentera Amed’ê yê HDP Remziye Tosun, rewşa avêtina li ser avahiya HDP yê Amed’ê ku bi sedan polêsan ve hat kirin û 25 dayikên aşitiyê girtin binçavan ji wezareta hundirîn pirsî.
ENQERE- Parlamentera Amed’ê yê HDP Remziye Tosun, rewşa avêtina li ser avahiya HDP yê Amed’ê ku bi sedan polêsan ve hat kirin û 25 aktîvîstên TJA û dayikên aşitiyê hat binçavkirin bi onergeyekê pirsî.
Pirsên Tosun wiha bû:
- Sedem û mafdariya ku ev meheke avahiya HDP yê Amed’ê hatiye dorpeçkirin û bi cihazên gohsarkirina denge, qamerayên ku li pêşberê avahiyê hatiye danîn çiye?
- Ev tişt li Tirkiye tene ji HDP re tê kirin an partiyên din jî heye?
- Kesên ku ketine avahiya HDP ya Amed’ê nasnameya wan hatiye naskirin û iddaya ku hatine ifşa kirin raste?