Abdullah OCALAN
Kemal Pîr yek ji hevalên mezin bû. Weke wî kesayetekî bi hişyar dîtin pir zor e. Çiqas bê bilind kirin û dengevedana wî di jiyanê de bê kirin jî pir kêm e. Kemal weke murîdekî nêzî min nedibû, lewre bi hûrmet û têgîneke mezin ve girêdayî bû. Ji xeta min a bîrdozî, şêweya min ya meşandina rêxistinê pir bawer dikir û bi hûrmet nêzîk dibû. Asta wî bilind bû, pêşniyazê wî yên dem kûrt hebûn. Vîna wî pir bi hêz bû. Di hundir û derve de vê xeta berxwdaniyê meşandin û xwedî li mîrasa Kemal Pîr derketin pêwîst dike.
Dema hevalê Kemal biryara berxwedaniyê da, careke din mezinbûna partiyê derxistin holê. Çi radestî, çi ketin bû, heta dawî berxwedan e, bûn ruh û biryara 14’ê tirmeh ê dan. Bi vê ve di dîroka tevgera me de pêngavên mezin derketin holê. Yên ku dixwazin dirûst nêzî vê bîranînê bibin û xwe bigîhînin vê rastiyê, dikarin ji vê çalakiya pîroz encam derbixin. Ji derveyê vê girêdana şehîdan nabe. Berî her tiştî dema em vê demê bidin seknandin, li hember pirsa Partî çî ye em rû bi rû dimînin? Di zîndanê de Şahîn û kesên din xwestin di vir de ketinekê pêk bînin. Digotin “Divê bi navê PKK’ê tu kes nemîn e.” Heta digotin; “Bila hemû heval li dijî derbikevin.” Bi vê ve digotin; “ Divê PKK welat, gel û têkoşînê înkar bike.” Li dijî vê heval gotin; “ Em ê canê xwe bidin û ji bo têkoşînê em dikarin her tiştên xwe feda bikin.” Ev jî biryara 14’ê tirmehê bû.
Ev biryar ji bo ku navê partiyê, navê gel û Kurdistanê û ji bo ku navê mirovahiyê ji holê ranebe hate dayîn. Ev biryara partiyê, li dijî xiyanetê bû, li dijî zilma mezin bû û li dijî jiyana ketî bû. Di wê pêvajoyê de ev hevalên leheng gotin, “Roj roja berxwedaniyê ye.” Bi vê helwestê ve pêşiya hemû lewaziyan girtin.
Ez her dem dibêjim; xwezî ew heba, tevahî xebatên kiryarî yê têkoşeriyê me ji wî hevalî re bihêştana. Yek ji hevalên ku windahiya xwe dabû diyar kirin bû. Ewqas hevalekî bedew û jîr bû, dema hênaseya xwe ya dawî dide di xalên herî kirîtîk de, di derbarê Kesîre û Can Yüce de hişyarî dike û wasiyeta xwe bi lêv dike. Tevlîbûna Kemal Pîr; tenê nîv demjimêr min gohdar dike û wiha tevlî dibe. Wê demê di destê min de belgeyên ku derketî nîn bû. Tenê min çend gotinên giştî anî ziman. Wiha beşdar bû û heta dawî têkoşîna xwe domand. Ango ya girîng ne serwerî û zanebûne, ya girîng, cîdîbûn û dildarî ye. Ya girîng ne berî wê nasîn an jî ne nasîn e. Tenê min nîv demjimêr dît, ewqas.
Şêweyê PKK ev e, şêweyê Serokatî û rêvebiriyê jî ev e. Yê ku bi dil ve bi me re girêdayî hemûyan helwestek diyar kirin, helwesta Heqî jî ev bû. Bi hev dû re ji dil ve girêdayîbûn. Ji xwe piştî berxwedaniya Mazlûm, berxwedaniya Kemal û Xeyrî jî ji bo sekinandina vê lanetê bû. Kemal ji xwe bi lêv dike. Dîsa şehît Ferhad heye. Ji bo sekinandina vê lanetê dibêje; “Ji derveyê xwe şewitandinê tu rêka derketinê nîn e.” Ên din jî dibêjin; “Ji derveyê rojiya mirinê rêka derketinê nîn e.” Zîndan di wê pêvajoyê de vê rewşê jiyan dike.
Di vê mijarê de pêwîste em şehîdên xwe bibîr bînin. Kemal, Xeyrî, Akîf, Alî hemû pir bi xiroş(heyecan) bûn, pir bi kêyfxweş bûn, bi awayeke rûmetî nêzî jiyan û şer dibûn. Ez jî vê didomîn im.
Ez çalakiya Kemal, Mehmed Xeyrî Dûrmûş, Akîf, Alî, Mazlûm Doğan, Ferhad Kurtay weke çalakiyeke întîxarî nanirxîn im. Weke ku ew jî bi lêv dikin; “Ger derfeteke jiyanê herî biçûk di destê me de heba, me heta dawî vê hîm bigirtan a.” Ev nirxandin pîvanên pêwîst ên jiyanê dest nîşan dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo rûmeta mirovahiyê yek tişta ku bihata kirin hebû. Ji xwe wan vê çalakiya berxwedaniyê derxistin holê. Ez ê careke din mînaka Kemal bidim. Pêwîste li ser helwesta Kemal bê sekinandin û bi kûrahî bê fêm kirin. Sekna Kemal Pîr pir girîng bû. Kemal Pîr piştî çalakiya Ferhadan dibêje; “Pêwîst bû ku me pêşengiya vê çalakiyê pêk baniya”. Di destpêkê de çalakiya Ferhadan ya Kemal Pîr bû. Pêşengê vê Kemal bû. Berî wê şehadeta Mazlûman heye. Kemal helwesteke mînak raber kir.
Weke tê zanîn wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalakî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tiştek tenê ma bû. Ew jî çalakiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Dûrmûş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “Me ser xist” dirûşmeya wan jî “Wê rûmeta mirovahî qezenc bike.” Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîst e ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn.
Ev berxwedanî çibû? Dema ku xiyanet belavî zîndanê bû, Şahîn xwest hê bêtir ketina mezin pêk bîne. Digot; “Divê bi navê PKK tu kes nemîne û her kes pêwîste dijî PKK’ê derbikeve.” Bi vê ve “PKK jî bila welat û gel inkar bike” Dijî vê helwestê, heval gotin “Em ê canê xwe feda bikin û biryara me ya jiyanê ev e” Biryara 14’ê tirmehê ji bo navê gel, navê partiyê û ji bo navê mirovahiyê ji holê ranebe, hate dayîn. Ev biryara partiyê bû. Ev biryar dijî xiyanet, ketîbûn û dijî êrîşan bû. Min her dem ji şehîdan re soz da. Min ji Heqî re soz da, Partî hat îlan kirin. Me ji Mazlûm, Xeyrî û Kemal re soz da, vegera mezin a welat hate pêkanîn. Me Mehmed Karasûngûr re soz da, şoreşa başûrê mezin pêk hat. Tu kes bawer nedikir, lê me pêk anî. Me ji Egîd re soz da, di Kurdistanê de gerîlla belavî her derê bû. Me ji Zîlan re soz da, têkoşîna azadiya jinê bilind bû. Ew hemû şehîdên mezin bûn. Xwe bi tevahî kirin berxwedaniyeke mezin û heta dawî bûn şopvanên xeta serkeftinê.
Weke heval Mazlûm, Hayri, Kemal Pir, Ferhad Kurtay kadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalekiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku di dîrokê de weke “Berxwedaniya zîndana Amed’ê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin komployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevahî girtiyên siyasî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya zîndana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo gûhartina polîtîkaya zîndanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û seknandinê cîhê xwe girt.
Ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çûyînê de, çalakiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, dibe ku divê şêwazê de pêngav pêk nehatana. Weke ku bîranîna Heqî Qerer ve girêdan, me bir îlana PKK’ê, girêdana bîranîna berxwedaniya zîndana Amed’ê jî me ber bi pêngava 15’ê tabaxê ve bir.
Pêvajoya 12’ê îlonê nû destpê kiribû. Li hember vê êrîş û zaxtê û pêwîstiya girêdana xeta wî, pêngava 15’ê tabaxê hate rewa dîtin.. Dijwartî bangawaziya dijwartiyê dikir. Êdî dîrok rêka dijwariyê de pêşve diçû. Pêvajoya 15’ê Tebaxê di heman demê de ji wasiyeta Mazlûm Dogan ya ku dibêje “Pêwîste dengê me di cîhanê de be belav kirin” re bersivek bû.
Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlûm Doğan, Kemal Pîr, Heqî Qerer, Xeyrî Dûrmûş, Mahsûm Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê her dû şêwazê ve beşdariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya wan a bi cewher, van hevalana heta dawî biriye ber bi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Heqî, Mazlûm, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhad, Mahsûm, Taylan Özgür, Berzan Öztürk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pîrtûkeke bi wate ku pêwîste herdem be xwendin in.
Em bêjin Zeynep, ew kesayeteke çawa bû, ev cesaret û girêdaneke çawa bû, ev çalakiyeke çawa bû, ev rêxistin û bîrdoziyeke çawa ye? PKK ne têgîhîştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, kemale, Heqî ye. Weke van nirxan tevlêbûn wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hesan nehate destxistin. Ez ê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî ve destpê kir, bi Zîlan ve gîhaşt nirxekê, gihaşt ezmana temsîl bikim. Ger hûn dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hûn destpêke xelakeyên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve hûnê xwe bikin xelakeyeke vê zîncîrê. Ji bo ku tolhildana Heqî bigirim tu hêza min jî nîn bû. Di milekê de mezinbûna vê têkoşînê, milekê de ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî şehadetên pir mezin hebûn. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistinekê, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wasiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wan bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû, dibêje; “Ey sûbayê dijmin ê kontirgerîlla Êsat Oktay, ji bo ku tu kêyfxweş nebî, ez ti car nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ti car lawahî(figan) nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ti car nakim.” Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û hênaseya xwe ya dawî ji dijminê xwe re lawahiyê nake.
Ger em dixwazin şexsekî/ê, rêxistinekî, gelekî binirxînin, bipîvin; divê em destpêkê binêrin ka ev gel, ev rêxistin, ev şexs çiqas ji paşeroja xwe re xwedî rêz e, çiqas şansê jiyanê dide egîd û ji bîr nekirinên xwe heye an jî çiqas ji bîr kiriye. Gelên dîrokî; tê wateya gelên ku dîroka xwe weke heyî jiyan dike ye. Em binêrin gelên Ewrûpa yên pêşketin e; tişta ku jiyan kirine di asteke girîng de dîroka wan bi xwe ye. Dema te ji gelekî re dîrokeke ne ayîdê wî kire malê wî, dê bikeve rewşeke pir xirab ku dîroka xwe ji bîr bike. Gelekî bi dîroka desthilatdarê xwe ve tê xapandin, di astekê de dibin zexta nîzamê de ye. Em dikarin ji vê re bibêjin desthilatdar bi zanebûn dîroka xwe tînin rewşa dîroka giştî. Lê ji bo gelekî, ji bo nûnerên wî dîrokeke biyanî jiyîn, him jî dîrokeke bi qirkirinê hatiye nivîsandin weke dîroka xwe jiyîn û wî pejirandin, ketîbûneke herî xirab, xiyanet û xefleteke herî xirab vegotin dike. Lê dema rastiya me dibe mijara gotinê, mixabin em ê bibînin ku tişta tê jiyîn ev e.
Baweriyê dixwaze, egîdiyê dixwaze, hêrs û kedeke mezin dixwaze. Şerê mezin ji bo jiyanê ye. Lê çawa? Em di dîtina hevokan de zehmetiyan dikişînin an jî giran axaftin li me nayê. Dê êşên mezin di vê çarçoveyê de hîn bêhtir bê fêmkirin. Di rastiyê de yên ku êşên wisa kişandine divê dijbertiyê bê qisûr pêkbînin, divê xwe ji bo vê baş amede bikin. Di berxwedana zîndanê de gava 14 Tîrmehê, weke biryara roja mirinê tê bîranîn. Divê ev biryar were nirxandin. Di heman demê de erkeke cîdî ye. Em dikarin di vê biryarê de derketina li dîjî mêtingerî û zextên bê rûmet ên li ser gel tên ferzkirin, li dijî pêvajoya nifş qirkirinê, xwedî li dîrok û nasnameya xwe derketin heya li dijî nêzîkatiyên li derveyî mirovahiyê yên li ser şexs tên meşandin, li dijî ferzkirinên nav û armancê inkar dike, li dijî êşkenceyên mezin hêrseke pir mezin e û biryareke pir cîdî ye binirxînin.
Dikare aliyê vê biryarê yê herî zêde derdikeve pêş be nîqaş kirin. Ji devreyî vê jî dikare rewşa partiya ku di wê demê de di nav de tevdigerîn, li gel hêza wî, hêviya wî jî bê nirxandin. Heman tişt dikare ji bo gel jî be gotin. Dikare bandorên ku gel di nav de dijî, dîsa rewşa rayagiştiya navnetewî, tevahî di vê biryarê de çi rist lîstiye bê nirxandin, lê dema ev tevahî tên nirxandin jî dîsa aliyê vê biryarê yê du alî xwe dideyne holê.
Beriya wê biryara Mazlûm jî heye. Biryara berxwedana 21’ê Adarê! Di rastiyê de tê gotin; “Em encax bi fedakirina canê xwe ve dikarin rûmeta mirovahiyê, rûmet û nasnameya gelê xwe, heta rûmeta xwe ya şexsî jî rizgar bikin. Ji devreyî vê çi têşeyên din nîne, ji derveyî vê çi teşeyên çalakiyên din jî nîne”. Gengaz e ku ev rast e jî. Bi rastî jî di wan mercan de teşeyeke din nîn e. Ji bo jiyan ê, ji bo rûmet ê, ji bo dev ji hinek nirxan neyê berdan, ger jiyan bi van ve jiyan e, tişta ku bê kirin, berdêla wê danîna holê wisa ye. Di vê demê de bi hezaran kes dikarin vê bikin, lê ji bo wê demê rewş cûda bû. Bêguman, divê ev çalakî di nava mercên xwe de bê nirxandin.
Ji xwe bêdîrokiyek serdest bû. Li dijî vê dijbertiyê hinek gav hatibûn avêtin. Rastiya Kurd anîna li ser ziman qedexeye, lê ew naxwazin wê inkar bikin. Bi navê partiyeke pêşeng derketine rêkê, naxwazin wî inkar bikin. Aliyê dijber dibêje; “tê mîsoger wî inkar bikî.” Dema ez dibêjim aliyê dijber, aliyê tê behskirin ne yek du jandarmayên ji rêzêne, an jî êşkencedar in, desthilatdarên rejîmê ne û emperyalîzma ku pişt van dagirkeran de ye. Sermayeya Tirkiyê heye. Ji xwe civak bi xwe di nava bêdengiyeke mezin de ye û ji bo xapandinê bi civakê bide hilbijartin li ser civakê de diçin. Li gorî dijmin, ‘Ev berxwedanvan çend bermayiyên li dûv partiyê mayînin’ hewl didin dê çawa ji wan xilas bibin.
Di rastiyê de ji bo wê demê ez ti gotinên ku bêne gotin nabînim. Ger hebe jiyaneke min, min ji derveyî berdewam kirina vê jiyanê wêdetir nedikarî tişteke din bikim. Ji ber ez di zanistiya bîranînên wan de bûm ku min berxwedaniyeke dikare wan di her alî de biparêze afirand. Ger di mercên serbixwe û azad de zemîneke ku gotin şer li tê de be kirin nebe, xwedî li wan derketin sextekarî wêdetir ne tiştek bû. Ji xwe wekî tê zanîn biryara serdemeke wisa, kêliyeke wisa ne kesayî ye. Ev pêvajo tenê dikare bi romaneke be îzeh kirin.
Me ev heval nasdikirin; me Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nas dikir. Mîsogere ku dixwestin bibin hevalên baş. Ev biryar jî diyardeya vê ya herî baş e. Lewra tevî vê jî hevalê Xeyrî di gotina xwe ya dawiyê de dibêje; “em deyndar çûn”. Nebawerin ku tişteke girîng kirine. Dîsa Kemal jî heman nêzîkatiyê dijî. Dibêje “Dê ev şerê gel bigihije serkeftinê” lê hêrsa wî ya li hemberê kêmahiya kedê mijara gotinê ye.