Dewleta tirk a dagirker birêxistinakirina çeteyên tirkmen ên li Kerkûkê her ku diçe zêdetir dike. Çavkaniyeke tirkmen da zanîn ku dewleta tirk li Daqûqê bi erêkirina rêveberê PDK’ê re çeteyên tirkmen perwerde dike. Lê tevî vê yekê jî hikûmetên Iraq û başûrê Kurdistanê bêdeng in.
NAVENDA NÛÇEYAN- Demek berê sefîrê tirk ê li Iraqê Fatîh Yildiz çend caran serdana bajarê Kerkûkê kir. Di her serdanê de bi awayekî vekirî peyamên dagirkirina Kerkûkê dubare dikir. Di serdana herî dawî de ya bi hinceta ziyaretkirina sûka Kerkûkê ya hatî şewitandin de, ev gotinên xwe hîn bêhtir bi aşkerayî vegot.
Tirkiye bi vê yekê têr nebû û mudaxeleyî rêveberiya bajar kir. Niha li bajarokê Daqûqê ji bo perwerdekirina çeteyên ku ji tirkmenan pêk tê, dest bi kar kiriye. Ya balkêş jî ew e ku hemû kesên ku perwerdeyê didin efserên tirk in.
Efserên tirk perwerdeyê didin
Kesekî ji bajarokê Daqûqê ku bi eslê xwe tirkmen e û nexwest navê xwe aşkera bike agahî da. Tirkmenê ji Daqûqê wiha dibêje: “Tirkiye niha li bajarokê Daqûqê dest bi perwerdekirina komeke din a ji tirkmenan kiriye. Ev koma çete jî li nava lîstingeha sporê ya bajarok e. Ev komên çete ji aliyê efserên tirk ve fêrî bikaranîna çek û siyaseta tirkbûnê tên kirin.”
PDK jî hevkarê vê koma çete ye
Heman çavkaniyê got ku rêveberekî PDK’ê yê bi navê Casim Mihemed Robîtan jî destûr daye ku ew efserên tirk li nava wê sporgehê perwerdeya leşkerî bide komên çete yên qaşo ji bo parastina tirkmenên Kerkûkê hatine avakirin. Çavkaniyê got ku ev perwerde, bi qasî mehekê didome û ev agahî da: “Ji van komên tirkmenan re dibêjin ku wan ji bo dagirkirina Kerkûkê perwerde dikin. Piştî perwerdeyê jî dê li cihekî nêzî Daqûqê bên bicihkirin û li navenda wan jî ala tirkmenan daliqînin.”
Bi hatina sefîrê tirk re perwerde dest pê kir
Di berdewamê de jî çavkaniyê daxuyand ku tenê kesên ji tirkmenan dixin nava vê koma çete û wiha dawî li axaftina xwe kir: “Ji bo destpêkê, ji her çeteyekî re 532 hezar dînarên Iraqê mûçe didin. Ev pere û pêwîstiyên leşkerî ji hêla dewleta tirk ve tên pêşwazîkirin. Di demên berê de jî dewleta tirk 600 çete perwerde kirin û li Kerkûkê bicih kirin. Balkêş e ku ev perwerde piştî serdana Yildiz a li Kerkûkê dest pê kir.”
Iraq û Başûr bêdeng in
Hêjayî gotinê ye ku mudaxaleya dewleta tirk a dagirker a di hêla leşkerî û siyasî ya li ser Iraqê her ku diçe zêdetir dibe. Lê tevî vê yekê jî heta niha ne hikûmeta navendî ya Iraqê û ne jî rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistanê têkildarî mijarê tu helwest nîşan nedane.