Endamê HPG’ê Emrah Naycî ku li Şirnexê di operasyona eskerî de birindar bû û hat girtin, bi rojan e di yek hucreyê de tê girtin.
ŞIRNEX – Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di 31’ê Cotmehê de operasyona dagirkerî pêk hat. Di operasyonê de endamê HPG’ê Emrah Naycî bi birîndarî hat girtin. Endamê HPG’ê Emrah Naycî ku li Şirnexê di operasyona eskerî de birindar bû û hat girtin, bi rojan e di yek hucreyê de tê girtin.
Naycî, piştî 7 rojan di bin çavan de ma, hat girtin. Neycî, bi birîndarî di hucreya yek kesî de tê girtin. Neycî ku li Girtigeha Tîpa T a Şirnexê tê girtin, tevî ku birîndar e jî wî nabin nexweşxaneyê û wî derman nakin. Hat diyar kirin ku di bedena Neycî de perçeyên şarapnelê hene û her çend pêwiste bê dermankirin jî wî di yek hucreyê de digirin û derman nakin. Hat zanin ku Neycî ji bo tedawiyê serledan kiriye, lê heta niha tu bersîv negirtiye.