Duh li Amed û Stenbol’ê yek 25 salî yek jî 17 salî du ciwan bi guleyên polêsên Tirk yê dagirker hatin kuştin. Di nav rojekê de du buyerên wisa balkêş e û ji wan polêsên ku ciwanan qetl kirine çi bûye nayê zanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Polêsên Tirk ên dagirker yê ku girêdayê Serokçete Erdoğanın, duh di seatên serê sibê de li Amed Erganî ciwanê bi navê Abdullah ARAT(25) û di seatên şeve de jî li Stenbol’ê ciwana 17 salî Cihan Seyhan bi hinceta ku ranewestane hatin qetilkirin.
Din av rojekê de du buyerên şibiyayî û bi heman hinceti qetlkirina wan gelek balkêş bû. Dema mirov du buyerên wek hev dibine dibêje gelo ji polêsan re talimata ‘lexe’ hatiye dayin? Di dewra AKP gelek ciwanên Kurd bi deste polêsan ve hatin qetilkirin. Di donema AKP de her tim qetliamÊn wisa hatin jiyîn. Lê polêsên ku doh bûne faîle van buyerane kî ye û çi bi wan hatiye kirin nediyar e.AKP bi Çapemeniya şerê taybet ve bi sergirtina buyeran ve dixwaze polêsan mafdar derxe. Bi hikukê xwe jî dixwaze van polêsan bêceza bimînin.
Qetliamên ku duh hatine jiyîn:
Li Navçeya Ataşehirê ya Stenbolê zarokê 17 salî Cîhan Seyhan bi hinceta li hişyariya “Raweste” guhdar nekiriye guleberan kirin û kuştin.
Li navçeya Amed Erganî polêsên dagirker yê Tirk qaşo wesayîtek nesekîniye wesaît da ber guleyan û ciwanê bi navê Abdullah ARAT qetil kir.