Girtiyên Azadî yên ku li zindanên Bakurê Kurdistan’ê û Tirkiye’yê ji 27 mijdarê ve ji bo rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalanketine greva birçîbûnê û di roja xwe ya 16. de berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Girtiyên Azadî yên ku li zindanên Bakurê Kurdistan’ê û Tirkiye’yê ji 27 mijdarê ve ji bo rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalanketine greva birçîbûnê û di roja xwe ya 16. de berdewam dike. Ji 600 zêdetir girtiyên Azadiyê li 117 giritigehan de ruxmê tevahî êrîşan û zextan berdewam dikin.
Çalakiya zindanan tenê bi daxwaza rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27 Mijdarê de destpêkir.
Ji ber ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 2017 ve di bin tecrîdekê giran de ye û ji 2015’an ve ji jê agahî nayê girtin berxwedanekê nû destpêkir. Di zindanan de bi daxuyaniya 26 Mijdarê ve girtiyên siyasî di 117 girtigehan de bêdem û dorveger dest bi greva birçîbûnê kirine.
Ger bersivek neyê dayîn tê gotîn ku çalakiyên zindanan wê derkeve astekê jortir.