Li ser 21 taxên navçeyên Amedê, Licê, Pasûr û Farqînê saet 06.00’ê vê sibehê qedexeya derketina derve hate ragihandin..
NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser 21 taxên navçeyên Amedê, Licê, Pasûr û Farqînê saet 06.00’ê vê sibehê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Qedexe gundikên bi ser taxan ve jî vedihewîne. Li herêmê beriya ku qedexeya derketina derve were ragihandin operasyoneke leşkerî ya bi tevlêbûna yekîneyên taybet dest pê kir.
Navê taxên ku qedexeya derketina derve lê hatine ragihandin: Hezmaz, Cofitnê, Beşişt, Gir, Entax, Bamitnê, Sinî û mezrayên girêdayî wan ên Licê.
Kamikan, Çirik, Temirankebir, Malamekî, Malbazî, Temransaxir, Godernê, Şavûşan, Kanikan, Barinê, Araşkan, Şerefkan û mezrayên wan ên Pasûrê.
Şêlima û Cûmatê û mezrayên girêdayî wan ên Farqînê.