Îro li goristana Yenikoy’ê ji aliyê gel û rêveberiyên HDP’ê şehîdên berxwedana xweseriya Sur’ê bîranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li goristana Yenikoy’ê ji aliyê gel û rêveberiyên HDP’ê şehîdên berxwedana xweseriya Sur’ê bîranîn. Di bîranînê de Parlemantera Amed’ê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP)’ê Musa Farîogullarî jî tev lê bû.
Farisogûllari diyar kir ku 12 bajar hatibûn dorpêçkirin û bajar hatin talankirin. Farisogûllari got ku, “Zarok û kal û pîr jî di nav de, gelê me qir kirin. Di şexsê Sêvê Demîr, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”
Farisogûllari got ku berxwedan didome û axaftina xwe wisa domand, “Ev hevalên me ji bo gelê Kurd û nirxan xwe feda kirin. Divê her kes bizanibe ku ji bo nirxên gelê Kurd em hemû kes amade ne, canê xwe bidin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”