Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Dîlokê kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Dîlokê bi boneya 3’yemîn salvegera qedexeya derketina derve ya li navçeyên Cizîr û Silopî civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’a Dîlokê pêk anîn û rêveber û endamên HDP’ê beşdar bûn. Li salona civînê pankarta “Tecrîd wê winda bike û azadî bi ser bikeve” daliqandin. Berdevkê Meclîsa Ciwanan Ekrem Tuç daxuyanî da û diyar kir ku di encama polîtîkayên şer ên AKP’ê de bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û koçberiyê dest pê kir. Tuç got şer bû sedema tunekirina dîroka bîrê. Tuç da zanîn ku Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir û bi sedan kes li dijî polîtîkayên tunekirina gelê kur dli ber xwe dan û hemû kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Tuç anî ziman ku ew bi Mehmet Tunç û hevrêyên wî serbilind in û di tevahiya dorpêçan de sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin.