Gelê Mexmûrê bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan’ ‘Bimre Îxanet’ êrîşan protesto dikirin û li dijî şehîd xistina 4 sîvîlan bi hêrsekê mezin bertekên xwe nîşan didan.
MEXMÛR- Gelê Mexmûrê bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan’ ‘Bimre Îxanet’ êrîşan protesto dikirin û li dijî şehîd xistina 4 sîvîlan bi hêrsekê mezin bertekên xwe nîşan didan. Herî zêde rêveberiya Başur û hevkartiya dagirkeriya Tirk dihat lanet kirin. Hêrsa gel û ciwanan di asta herî jor de bûn. Ciwan bi soza tolhildanê diqîriyan. Êşa Mexmûriyan yê ku bi salane di nav koçberiyê de dijîn duh şevê vegeriyabû hêstên berxwedan û raperînê.
Her wiha ciwanan pir bi hêrs bertekên xwe li dijî êrîşan nîşan dida. Ciwanan êrişa hovane û bêbextiyane li ser wargeha pênaberan a Mexmur pek hatibû bi diruşman protesto dikirin. Dewleta Îraqê, neteweyê Yekbuyî, hikumeta herêmî ji Wargehê berpirsyarbûn bertek herî zêde lidjî wan bû. Dewleta dagirker yê Tirk jixwe neyarê Kurdan bû lê xiyaneta rêveberiya Başurê Kurdistan hêrsê dikişan li ser xwe. 25 sal bû ku ew wargeh di herema Iraqê de bi cîh bibû, mafê wanê pênabertiye girtibû. Ji ewlehîya vî wargehê di serîda neteweyên yekbuyî ,dewleta Iraqê, hikumeta herême Kurdistanê berpirsiyarbûn. Ji sêsed kilometre ji dur ve balafirên dewleta Tirk dihat wargeha Mexmûrê bombebaran dikir, lê hevkariya vê êrîşê rêveberiya Herêmî bû.
Di ciwanan û gel de ji hêstên xemgînî zêdetir hêstên hêrs û tolhildanê hebû. Hemû kes sond dixwar ku ewê li hember dewleta Tirk serî netewînin û xiyaneta Rêveberiya Barzani’yan bîr nekin. Ev ji axa Botanê koçê vê derê kiribûn û bisalane jî di nav berxwedanê de dijiyan. Li ruxmê hemû zor û zehmetiyan jî, li hemû êrîşan jî Gelê Mexmûrê digot Em livir in û em ê serî li ber dagirkeran netewînin.
NC/Mervan HÊVÎ