Li Rihayê bi hinceta destek dane greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê 5 kes hatin girtin.
RIHA – Li Rihayê bi hinceta destek dane greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê 5 kes hatin girtin.
Li Rihayê polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP’ê ya bajêr û kesên ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ya ji dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin bûn hatibûn binçavkirin. Ji 47 kesên hatin binçavkirin Osman Kiliç, Cemîle Dagtekîn, Mehmet Altûndag, Osman Aydogdû, Mehmet Şahîn 3 kesên navê wan nehat hînbûn piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan û 39 kesên din jî sewqî edliyeyê hatin kirin.
Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin Hevserokê DBP’a Bajêr Bekîr Karakeçîllî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê”, dayikên aştiyê Selvî Otunç û Hadle Ogûr û Şukru Tûrgût û Mehmet Alî Oba jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin û kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Her wiha xebatkarê avahiya partiyê Halîd Mulumê ji Rojava’yê Kurdistanê ye jî şandin Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçberiyê.