Li Îzmîrê beriya çend rojan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 22 kesan 7 kes hatin girtin.
ÎZMÎR – Qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistan’ê û welatê Tirkiye bênavber didiomin. Piştê berxwedana grevên birçîbûnê binçavkirin, girtin û êşkence zêdetir bû.
Di 12’ê kanûnê de li Îzmîrê polîsan li dijî rêvberên HDP’ê û DBP’ê yên Îzmîrê operasyona binçavkirinê li dar xistibû. Di operasyonê de 22 kes hatibûn binçavkirin. 22 kes duh derxistin edliyê û dozgeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Ji 22 kesan 7 kes li ser heman daxwazê ji aliyê dadger ve hatin girtin. 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navên kesên hatin girtin wiha ne: Ramazan Yavuz, Hacay Yilmaz, Abdulkerim Kaya, Serkan Korkmaz, Vedat Sezer, Vasfî Ozer û Orhan Şeker.