Ciwanên Şoreşger û YJC, li hember êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da û diyar kir ku, li hember êrîşan wê dinyayê li dewleta Tirk heram bikin.
DÊRIK – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Surî û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC), di derbarê êrîşên dewleta Tirk de daxûyanî da. Di daxuyaniyê de da zanîn ku, “Li hember êrîşan em ê berxwe bidin û em ê li dewleta Tirk dinyayê heram bikin.”
Daxuyanî wiha got:
“Em weke ciwanên Rojava van êrîşên li Mexmûr, Şengal û Rojava, bi armanca qirkirin li ser gele me têne meşandin bi tundî şermezar dikin û bang li saziyên mafê mirovan dikin ev êrîşên ku di asta qirkirina çandî û fîzîkî de, weke jenosidekî li ser gelê me tê meşandin qebûl nakin. Û van êrîşên dagirker û qirker şermezar dikin. Gelê me yê mezlum ji hemû mafê xwe yê xwezayî hatiye mehrumkirin.
Lewma têkoşîna me mafdare ku em xwe li hemberî êrîşan bi her awayî biparêzin. Eger dinya hemû ya me be, em êrîşê kesî nakin lê ger dinya û dijminê mirovatiyê Dewleta Tirk ya dagirker terora xwe bi ermanca tinekirinê berdewam bike emê li dinyayê li wan heram bikin. Em ê xwe û gele xwe li hember van êrîşên dagirker biparêzin. Em bangê li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku bêdeng nemînin. Bêdeng mayin hevkartiya vê sucê ye. Ev suc jî sucê mirovatiye.
Em bang li gelê Kurd û mirovên azadîxwaz dikin li hemberî vê dagirkeriyê li qadan bin. Em bang li ciwanan dikin li hemberî vê zilmê û dagirkeriyê Serî Hildin û bere xwe bidin qada têkoşînê.”