Berdevkê Yekitiya Parastina Gel (YPG) Nurî MAHMUD ji ajansa me re axîvî. Mahmud got ku ”Pêwîste hemû ciwanên Bakurê Surî xwe li gor şer re amade bikin”
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ser xaka Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Gefxwarina serçeteya faşist Erdogan li ser şoreşa Rojava û Bakurê Surî, êrîşên li ser Mexmûr û Şengal’ê di rojeva sazî û gelê Kurdistaniyan de ye. Li ser vê Berdevkê Yekitiya Parastina Gel (YPG) Nurî MAHMUD ji ajansa me re axîvî. Mahmud got ku ”Pêwîste hemû ciwanên Bakurê Surî xwe li gor şer amade bikin”
Dewleta Tirk û Erdogan Dixwaze Pêşiya Tunekirina Çeteyan Bigire
Wek hûn jî dizanin di vê demê dawiyê de carekê din me dest bi hemleya Hecîn’ê kir, ji ber ku bi giştî DAÎŞ’ê tûne bikin. Bêguman terora DAÎŞ’ê terorekê cihaniye, di vê heremê de bi hev du re hemû pêkhateyên Surî li hember DAÎŞ’ê saziyên xwe ava kirin, bi taybet jî saziya parastinê. Hevpeymanên navdewletî jî di nav tifaqê de li hember DAÎŞ’ê serkeftinê pir cîdî destxistin. Ev cara sêyemîne ku Serokkomarê Tirkiye û partiya wê ya AKP’ê ya ku dest danîtiye li ser saziyên Tirkiye’yê di vê hemleya tunekirina DAÎŞ’ê de êrîş dike an jî tehdît dike. Vê hemleyê dide sekinandin. Efrîn bêguman ji terora DAÎŞ’ê re cepheyekê nû bû, ev firsetekê mezin da DAÎŞ’ê ku xwe caridin nû ve rêxistin bike, mevzî bike. Her wiha piştê ku me hemleya tunekirina DAÎŞ’ê li Hecîn’ê da destpêkirin carekê din tehdîtên dewleta Tirk hate kirin, carekê din hemle hate sekinandin. Anha carekê din Serokkomarê Tirkiye’yê li hember Bakurê Surî, li hember destkeftiyên Kurd û gelen herêmî, her wiha destkeftiyên cihanî yên ku me bihevre li dijî terora DAÎŞ’ê li vê herêmê pêkanî îlana şer dike.
Erdogan Dixwaze Bi Du Rêyan Pêşiya Şoreşa Bakurê Surî Bigire
Ev jî bêguman vê dide diyarkirin Serokkomarê Tirkiye’ yê xwedî projeyekê şovenîst ya qewimiye, her wiha xwediyê zihniyeta mezhebi ya ku di bin navê dîn de siyasetkirin an jî teror pêşxistin bi vî rengiye. Hetta niha bi du rêyan vê şerê dikir. Yek bi rêya Îhvanî Muslim’în re dikir, ev ya me di herêmê de bi hevpeymana civakî bin xist, ev projeya ku bi navê El Nusra de di bin navê Çeyşûl Hur, Ehrar û Şam û Elqaîde de anîtin Serêkaniyê ev jî bin ket. Ya dudu di bin navê DAÎŞ’ê de li dijî demokrasî û azadiyê di vê herêmê de pêşxistin her du jî binketin. Îro jî tiştê ku di destê wan mayî nasnameya dewleta Tirk û saziyên Tirkiye ne. Îro bi rengekî pir ciddî dixwaze armanca xwe ya şovenîst û Îslama Siyasî pêk bîne van planan dixe dewreyê.
Dewleta Tirk Dixwaze Hemu Derfetên NATO’yê Bikarbîne
Dewleta Tirkiye yê ku berendama Yekbûyina Evropa’yê ye, her wiha artêşa wê girêdayê NATO’ye bi rêya nasnameya Tirkiye’yê û bi nasnameya artêşa Tirkiye’yê dixwaze hemû derfetên NATO’yê, yê Evropa û cihanî bixe bin xizmeta xwe. Îro li vê derê em rastê zihniyet û nêzikatiyek bi vî rengî tên. Li ser vê esasê şerekê pir cîddî, gavekê pir ciddî li hember Bakur’ê Surî tê avêtin. Erdogan hebûn û tunebûna xwe di vê meseleyê de dibîne. Yan demokratîk bibe an jî şer bike. Li gor ku em dibînin Serokkomarê Tirkiye Erdogan nemumkune demokrat bibe, ji ber vê jî şer mîsoger e. Ger kes ji wî re piştgirî jî nede bêguman dîsa jî şer bike. Li hember viya jî bêguman hêzên me, hemu pêkhateyên Bakurê Surî, her wiha cihanî jî di Bakurê Surî de xwedî destkeftiye. Ger êrîşek bê kirin ev êrîş li hember hemuyan e. Lê belê Erdogan dixwaze vî ya wekî tenê li dijî Kurd e an jî dixwaze bi navê partiyekî de dixwaze bide xuyakirin, lê ger dixwaze xilafet û projeya li vir bide avakirin pêvîste sistema li vir yê ku demokratbûn û civakîbûn pêşxistiye têk bibe. Lewra jî îro rewşekê şer ya cîddî heye û pêvîste jî herkes li gor vana xwe rêxistin bike, xwe amade bike.
Ciwan Bingeha Şoreş û Parastina Nirxan e
Bêguman îro êrîşekê tê kirin, êrîş li hember civakbûnê tê kirin, li hember pêkhatibûna civakî tê kirin. Hemu saziyên ku Bakurê Surî hatin avakirin di bingeha wê de ciwan hebû. Di her avabuyîna saziyekê de ked, hêvî û xeyalên civanan hebû. Ji bo vê jî YPG û YPJ an jî Hêzên Surî Demokratîk yê ku Bakurê Surî diparêzin, di bingeha wan de ciwan hene. Ciwanên ku bi şoreşê ve girêdayîne, ciwanên ku şoreşgerî ji xwe re esas girtine tê de heye. Li ser vê esasê karê wî/ê ye bikaribe di herêmê de rê pêşiya civakê vebike ku saziyên xwe ava bike, bikaribe rê pêşiya civakê veke ku parastina rumetê xwe bike, ev jî bi rihê ciwantî destpêdike.
Pêvîste Ciwan Xwe Rêxistin Bikin, Perwerde Bikin û Parastina Xwe Ava Bikin
Hetta niha ger ciwanekê nerêxistinkirî, heta niha ger ciwanekî neperwerdekirî, heta niha ger ciwanekî bi berpirsiyartiya xwe vê pêngava dîrokî nehesiya be, bêguman xwe berçav derbas bike. Dijmîn an jî kesayetên terora şovenîzmê li ser me ferz dikin ev kesana bêbextî nêzîk dibin. Tiştê ku berçav wunda dikin tune ye, her tiştî bikartînin ji bo ku bikaribin berjewendiyên xwe pêk bînin dînê bikar tînin, qewmiyetê bikar tînin, pere bikar tînin, hemu pirtukên muqqedes bikar tînin, her tiştên exleqî xira dikin û ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ji bo vê jî ciwanan ji bo ku şer bikin pêvîste xwe baş amadekiribin. Ji bo rumetê, ji bo azadiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo pêkanîtina xeyalên dayikan û şehîdan, xeyalên Gelê Kurd û gelê ku azadî dixwazin bêguman pêvîste ti ciwan bêrêxistinkirî nemîne, ti ciwanê ku neperwerdekiriye nemîne, ti ciwanê ku karê îro dike sibê di cihekê din de bike nemîne, her ciwan pêvîste ku wekê ku mijarê namusê ye, mijarê rumetê ye pêvîst dike parastina welat, namus, rumet û destkeftiyên şoreşê pêvîst dike xwe amede bikin, rêxistin bikin, derdora xwe rêxistin bikin heta di nava dijmîn de xwe rêxistin bikin, pêvîst dike ji bo azadî û rumetê xwedî berpirsiyartiyek wisa bin, xwedî berpirsiyartiyekî xwezayî bin.Li Bendê ti kesî nemîne, demildest saziyên xwe ava bike, demildest kesayeta xwe perwerde bike, demildest kesayeta xwe amade bike ji bo bikaribe li dijî vê terorê li ser Bakurê Suriye an jî şoreşa civakî ya ku bi rihê ciwantî pêkhatiye ser bixe.
Hemû Ciwan Xwe Bi Rihê Seferberiyê Ji Şerê Re Amade Bikin
Bêguman îro em behsa seferbertiyê dikin jixwe Bakurê Surî di nav seferbirtiyekê de ye, îro jî di şoreşê de ye, yê ku bi vê nehesiyabe pêvîste xwe berçav de derbas bike. Li belê îro bi taybet êrîşên serokkomarê Tirkiye Erdogan û partiya wî ya ku bi navê dewleta Tirkiye dide kirin, pêvîste ciwan xwedî hişmendiyekî hêstiyar bin, xwedî rêxistin bin, xwe amade bikin. Îro dijmînê ku heta niha bi vekaletê li hemberê me şer dikir, ê ku terora DAÎŞ’ê li ser me şand, ê ku El Kaîde li hemberê me şand, ê ku El Nusra, Ehrar û Şam di bin navê Çeyşûl Hur de li dijî şoreşê şer daye meşandin, hêviyê şoreşê tune bikin îro jî bi taybet ciwanan hedef digire, rumeta ciwanan hedef digire, gelê ciwanan hedef digire, welatê ciwanan hedef digire. Li hember vana bêguman seferberiyekî pir ciddî an jî bi rih û wijdanekî pir mezin, bi berpirsiyartekî pir mezin xwe rêxistinkirin, xwe amadekirin, xweparastin, xwe mezinkirin û hemu êrîşan binxistin pir girîng e. Ji ber ku ev ji ciwanan tê xwestin. Ciwan encax dikarin civakê biparêzin, ciwan encax dikarin dayika biparêzin, ciwan encax dikarin zarokan biparêzin, ciwan encax dikarin xeyalan nûjen bikin û mezin bikin. Ciwanên neperwerdekirî nabe, ciwanên xwe rêxistinkirî nabe, ciwanê ku xwe di nav saziyekê de bi cih nekiriye nabe. Ciwanekê ku belayê li ser civakê buyepêvîste ew ciwan demildest dev ji vê xemsariya xwe berde û ji bo parastinê xwe, ji bo jiyanekî azad û rumet xwe rêxistin bike, tev lê rêxistina parastinê bibe û pey şopa şehîdan û ji bo serkeftinên heyî xwe amade bike”