QSD: ”Di şerê 24 seatên dawî de 121 çete hatin kuştin”

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyeniyekê ku li ser malpera xwe weşand û encamên şerê 24 saetên dawî ji pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyeniyekê ku li ser malpera xwe weşand û encamên şerê 24 saetên dawî ji pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir. QSD got di 24 Seatên dawî de 121 terorîst hatin kuştin.

Daxuyaniya QSD wiha ye:

 Eniya Baxoz

Terorîstan bi çekên gira û sivîk noqteyên şervanên me topbaran kirin, paşê jî hewl dan êrîşeke mezin pêk bînin. Şervanên me bersiva êrîşan da û şerekî giran rû da. Di şer de terorîstan derbeyên giran xwarin, kuştî û birîndarên wan çêbûn. Her wiha miqdarek çek û cebilxane û erebeyeke bombebarkirî ketin destê şervanên me.

Di saetên nîvro de, şerên giran qewimî, terorîstan hemû çekên giran û sivik û siûqast bi kar anîn, şervanên me bersiva êrîşan dan di encamê de kuştî û birîndaran terorîstan çêbûn, hejmarek terorîstên din piştî ku tengav bûn neçar man ji qada şer vekişin.

Yekîneyên endizyariya leşkerî li herêmê gelek mayîn ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn bê bandor kirin.

Di saetên destpêkê yên êvarî de, şervanên me êrîşî bargehên terorîstan kirin û hejmarek ji wan kuştin û yên din reviyan. Şervanên me li vir 1 km bi pêş de ketin û 17 noqte ava kirin, her wiha erebeyeke bombebarkirî ket destê şervanan.

Pêşdeçûnên şervanên me li vê eniyê berdewam kir, rexmî rewşa hawayî ya xirab û tariyê şervanan 23 noqteyên din ava kirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê terorîstan êrîşî navend û noqteyên hêzên me kirin, hêzên me bi lehengî êrîş bersivandin. Li ser vê yekê şerên giran di nava 4 saetan berdewam kir, di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar kirin. Şervanên me li vir erebeyeke bombebarkirî beriya ku bighêje armanca xwe teqandin. Her wiha terorîstan bi fûzên ASPG noqteyên hêzên me topbaran kirin, lê tu zerar negihaşt hêzên me.

Terorîstan hewl dan ji nû ve xwe komî ser hev bikin da ku amadekariya êrîşa sêyemîn bikin, lê şervanên me hişyar bûn û êrîşên dijwar birin ser bargehên terorîstan. Di encamê de şerekî giran rû da, terorîstan hemû çekên sivik û giran bi kar anîn, lê şervanên me hemû êrîş têk birin û bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin, yên din jî reviyan. Piştî bêdengiyeke kurt terorîstan bi hawaran êrîşî navendên hêzên me kirin. Yekîneyên endizyariya rakirina mayînan gelek mayîn li herêmê bê bandor kirin.

Li deverên din ên heman eniyê şerên giran didome. Terorîstan çekên giran û sivik, topên hawn û fûz bi kar anîn. Şervanên me hemû êrîş têk bibin û hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên terorîstan kirin hedef.

 Eniya Hecîn

Li vê eniya ji saetên sibehê ve şerên giran di navbera şervanên me û terorîstaên DAIŞ‘ê de rû dide. Terorîstan êrîşî noqteyên şervanên me kirin û şerên giran derket. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn. Terorîstan li hemberî şervanên me nedikarî li ber xwe bibin, lew re neçar man birevin û kuştî û çekên xwe li pey xwe hiştin. Li vir miqdarek çek ket destê şervanên me. Şervanên me her wiha 35 noqteyên nû ava kirin. Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û noqteyên terorîstan kirin hedef.

Terorîstan careke din bi hemû cûre çekên giran û sivik êrîşî kirin. Êrîşên wan rastî berxwedaniyeke mezin a şervanên me hat. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin. Şervanên me li vir 2 km bi pêş de ketin. Her wiha 3 hezar û 126 sivîl ku terorîstan wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn rizgar kirin û ew derxistin cihên bi ewle yên rizgarkirî.

Di şer de hejmarek şervanên me birîndar bûn, me ew rakirin nexweşxaneyan da ku bêne dermankirin.

Şer li vê eniyê berdewam e.

Encam

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 121

-Windahiyên teorîrastan: 44 bargeh hatin rûxandin, 1 doçka û 1 erebeyeke bombebarkirî hatin teqandin. Her wiha 7 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

– çekên ketin destê şervanên me: 3 klaşinkov, 1 espagno, 2 erebeyên bombebarkirî.

-Derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 50 derbe.”

Nivîsa Pêş