Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye di cihên cuda cuda de hatiye kirin eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên ku li bajarên Tirkiye di cihên cuda cuda de hatiye kirin eşkere kir. Koordînasyona DGH’ê got ku ”Ji aliye yekineyên me li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarên cuda cuda yên Tirkiye çalaki li darxistin.di van çalakiyan da 2 febriqe û 2 kargeh hate şewitandin.’’
Daxuyaniya DGH wiha ye:
Di 10 Kanunê de li navçeya Stenbol Maltepe’yê febriqeyekê 3 qatî ku hilberîna plastîke dikir ji aliyê yekineyên me ya Tolhildana ŞehÎd Baran Mawa ve hate şewitandin. Her du kargeh ji îmha bû.
ANTALYA
Di 11 Kanunê de di seatên 21:30 de li navçeya Antalya Kemer’ê kargehekê ku aîdê şaredariyê bû ji aliye yekineyên me ya Tolhildana Şehîd Harun Serhed ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargehek bi giştî îmha buye du kargeh jî xisarê mezin dîtiye.
STENBOL
Di 14 Kanunê de li navçeya Stenbol Arnavutkoy’ê febriqeyekê ku hilberîna sifincê dikir ji aliye yekineyên me ya Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin. Di encama çalakiyê de ev kargeh bi giştî hate îmha kirin.
ÎZMÎR
Di îroka 14 Kanunê Li navçeya Îzmîr Çeşme’yê di taxa Baglî de kargehekî ji aliyê yekineyên me ya Tolhildana Şehîd Nûda Elefterya ve hatiye şewitandin û ev kargeh jî bi gîştî îmha buye.
Em van çalakiyên ku yekineyên me pêkanîtiye ji bo li dijî êrîşên ku li ser Rêberê me û gelê me tê kirin lidarxistiye. Em bang dikin hemû ciwanên şoreşger, welatparêz û demokrat li dijî êrîşên li ser gelê me, li dijî faşizm û metîngeriyê serî hildin. Heya ku ev nêzikatiyên faşîzane berdewam bikin vê çalakiyên me yên wiha jî berdewam bike. Êdî asta hişyarkirinê derbas buye. Neyarê me çiqas planên qirêj dikin bila bikin, wê bibine ku em çiqas bihêz bûne.