Bi nêzîkbûna hilbijartina rêveberiya herêmî re AKP ji bo şaredariyan ji destê HDP’ê bistîne serî li rêbazên cuda dide. Hat diyar kirin ku bi hezaran esker û polîs îkametgeha wan li ser nifûsa Şirnexê û Elkê qeyd kirin.
ŞIRNEX – Bi nêzîkbûna hilbijartina rêveberiya herêmî re AKP ji bo şaredariyan ji destê HDP’ê bistîne serî li rêbazên cuda dide. Hat diyar kirin ku bi hezaran esker û polîs îkametgeha wan li ser nifûsa Şirnexê û Elkê qeyd kirin.
Ji hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an re 105 roj man. Ji niha de AKP ji bo li bajarê Kurdistanê dengan zêde bistîne ket nava lîstikan. AKP bu bi salan e nikare deng li bajarê Kurdistanê zêde bistîne vê carê serî li rêbazên cuda dide. Hat diyar kirin ku li Şirxen û navçeya Elkê ya Şirnexê nêzî 3 hezar esker û polîs îkametgahên wan guhertin û birin ser nifûsa bajar û navçeyê. Hat zanîn ku gelek esker û polîsên ku îkametgeha wan hat guhertin ji Navçeya Sîlopî û Cizîrê rakirine û birine Şirnex û Elkê. Çavkaniyan diyar kirin ku guhertina îkametehan berdewam dike. Hat diyar kirin ku esker û polîsên qeyda wan tê guhertin û li ser nifûsa Şirnexê tên qeydkirin li xaniyên Herêma Okullar û xaniyên TOKÎ zêde bûne. Hat zanîn ku qeyd didomin.
HDP BI DENGEKÎ ZÊDE LI PÊŞ AKP’ê ye
Li Bajar piştî qeyûm hat tayînkirin û qedexeya derketina kolanan, gelek tax hatin xerakirin. Di hilbijartina 2014’an a rêveberiya herêmî de Partiya Herêmên Demokratik (DBP) li Şirnexê ji sedî 59.6, AKP ji sedî 29.3 deng stendibû. Piştî xanî û tax hatin xerakirin bi hezaran welatî koçî dervê bajar kiribûn. Di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîeranê de HDP’ê tevî koçberiyê nêzî 15 hezar, AKP’ê jî 6 hezar deng stendibu.
LI ELKÊ JÎ DENGÊ HDP’Ê DUQAT ZÊDE YE
Li navçeya Elkê jî nifûs tê guhertin. Di hilbijartina Giştî de HDP’ê hezar û 874, AKP’ê jî 415 deng stendibû. Hat zanîn ku hêjmara esker û polîsan li Elkê hatiye zêdekirin.