Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentoya Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên grevên birçîbûnê berfireh dibin.
MEXMÛR- Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentoya Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên grevên birçîbûnê berfireh dibin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven greva birçîbûnê destpê kirin. Merasîma destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve Bêwar Unver ve daxuyanî hate xwendin. Bêwar diyar kir ku ew ê li hemberî tecrîda girankirî ya ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin greva birçîbûnê destpê dikin û wiha domand: “Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha hevdîtin bi Rêbertiya me re nayê kirin. Ji bo rakirina Tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd em dest bi gireva birçîbûnê dikin. Tecrîda li ser Rêbertiya me her ku diçe giran dibe. Em weke gelê wargehê nikarin vê bipejirînin, ji bo rakirina tecrîdê em ê di nava çalakiyan debin. Ev tecrîd her ku çu ji 2011’an heya niha bi şêweyê cuda dewam kir. Bi girankirina tecrîdê hewildidin têkiliya Rêberê me ji gel cuda bikin. Emê destûrê nedin vê yekê.”
Bêwar destnîşan kir ku li her deverê çalakiyan bi diruşma ‘Leyla Guven mafdare’ destpêkirine ew jî weke wargeh piştevaniya çalakiyê dikin û wiha berdewam kir: “Li Kurdistan û derveyî welat çalakiya jina kurd Leyla Guven li her deverê despêkiriye. Em jî weke gelê wargehê ji bo rakirina tecrîdê û piştevaniya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê didin despêkirin. Emê weke wargeh li hemberî tecrîdê û hemû êrîşan li ser piyan bin û di nava çalakiyan debin.
Bêwar girêdayî bûyera van rojan a balefirên şer ên dewleta Tirk jî wiha axivî: “Herî dawî di 13’ê kanûna 2018’an de êrîşa hovan a dewleta Tirk li ser wargeha me çêbûyî û di encam de çar welatiyên me yên sivîl şehîd bûyîn de vê êrîşê bi tûndî şermezar dikin. Weke wargeh em didin diyar kirin ku heya dawî em ê li nirx û rometa xwe xwedî derkevin û têkoşîna xwe ya heyî bilindtir bikin. Bi vê ve girêdayî heya tecrîd tê şikandin û faşîzim dihilweşe wê deng û qêrîna heyî roj bi roj bilindtir bibe.”
Bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’,‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî her cure çalakiyên li dijî tecrîdê’ destpê kir.