Korîdora mirovî yê di navbera Şengal û Rojava ji aliyê Iraq’ê ve hate girtin

Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di sala 2014’an de di dema fermanê de ji aliyê şervanên YPG-YPJ û ciwanên Êzîdî ve hatibû vekirin, ji aliyê Iraqê ve hate girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh piştî nîvro di saetên êvarê de hate gotin ku rêya di navbera Şengal û Dihokê de ku ji sala 2017’an ve ji ber aloziya di navbera Hikûmeta Herêmê û Iraqê de hatibû girtin vebûye. Kontrola derî ku ji aliyê Dihokê ve di destê hêzên PDK’ê de ye bi awayeke yek alî ev salek bû li ser gelê Şengalê de hatibû girtin.

Balkêş e ku dema korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di sala 2014’an de di dema fermanê de ji aliyê şervanên YPG-YPJ û ciwanên Êzîdî ve hatibû vekirin, ji aliyê Iraqê ve hate girtin.

Di meha Mijdarê de jî hêzên Iraqê xwestin korîdora mirovî li ser Êzîdiyan bigirin lê li rastê nerazîbûneke cidî ya gelê Şengalê hatibû. Her wiha şandeyeke ji rûspiyên Şengalê li Mûsilê serdana rayedarên Iraqê kirin û ji wan xwestin ku derî negirin. Rayedaran jî sozdabûn Êzîdiyan ku li ser daxwaza wan biryara girtina derî betal bikin.

Nivîsa Pêş