NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û encamên şerê 24 saetên dawî ji qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
Eniya Baxoz
Di saetên sibehê de şerên giran di navbera şervanên me endamên rêxistina terorîst de derket. Terorîstan bi çekên giran noqte û bargehên hêzên me kirin hedef. Şerê li vê eniyê bi saetan berdewam kir. Di encamê de şervanên me derbeyên giran li terorîstan xistin û bi dehan kuştî û birîndarên wan çêbûn.
Terorîstan hewl dan careke din êrîşî noqteyên şervanên me bibkin, lê şervanên me hewldanên wan şkandin.
Di saetên êvarî de, hêzên me êrîş birin ser bargehên rêxistina terorîst, li vir 2 km bi pêş de ketin û 29 noqteyên nû ava kirin. Şervanên me piştî şerên giran derbe li terorîstan dan û gelek çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.
Li aliyekî din jî, şervanên me êrîşî noqteyên terorîstan kirin, şervanên me di gel şerên dijwar bi terorîstan re û êrîşên hawayî yên Koalîsyona Navdewletî pêş de çûn û 6 noqte ava kirin.
Eniya Hecîn
Li eniya Hecînê teroîstan êrîşî noqteyên pêş ên hêzên me kirin, şervanên me bersiva wan dan û şerên giran derket. Di encamê de hejmarek terorîst hatin hatin kuştin û hin din birîndar bûn. Li ser vê yekê terorîstan ji dûr be bi top û obusan êrîşî navendên hêzên me kirin. Lê êrîşên wan zerar neda hêzên me.
Di şer de hin şervanên me birîndar bûn, niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Şerê li vê eniyê heya niha didome.
Encam:
-Hejmara terorîstên hatin kuştin: 71.
-Çekên ketine destê şervanên me: 6 bombeyên destan, 5 guleyên RPG, pakêtek guleyên BKC.
-Windahiyên terorîstan: 44 noqteyên êrîşkirinê, 1 dika siûqastê û erebeyeke bombebarkirî.
-Derbeyên balafirên Koalîsyonê: 50 derbe.”