Zana Tolhildan; ”Pêwîste ciwan li dijî êrîşên Tirkiye’yê bisekînin”

 Rêveberiya Giştî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî civînek berfireh ji ciwanên Tebqayê re li darxistin.

TEBQA- Rêveberiya Giştî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî civînek berfireh ji ciwanên Tebqayê re li darxistin.

Civîna li hola civînan a Navenda Şehîda Hanî El-Elîs a Meclisa Ciwanên Tebqayê li darket û bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Zana Tolhildan û bi dehan endamên ciwanên Tebqayê tev li civînê bûn.

Di civînê de Zana Tolhildan girêdayî geşedanên dawî li Sûriyê axivî û bi awayekî kurt behsa dîroka dewleta Tirk ji imparatoya Osmanî ve heya niha kir û got: “Dîroka Osmaniyan bi dagirkirin û çetebûnê dagirtî ye. Ji destpêkê ve bi dehan welatên Ereb dagir kiriye û xêr û berketên wê talan kiriye û bi zanabûn gelên wê daye koçberkirin.”

Zana diyar kir ku dewleta Tirk li ser olan û kêmneteweyan hovatirîn binpêkirin pêk aniye di nav de  qirkirina ermeman ango “Sêfo” ku Osmaniyan di sala 1915’an de pêk aniya ku di encamê de bi hezaran Ermenî bûne qurban mînaka hovîtiya dewleta Tirk e.

Girêdayî rewşa herêmê ya heyî û gefên serokê Tirkiyê Erdogan Zana ev tişt anî ziman: “Em timayên Tirkiyê di Sûriyê de dizanin, Tirkiye bi hemû rêyan hewl dide mudexeleya karûbarên Sûriyê bike. Ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê afirand û li Sûriyê belav kir, her wiha opozîsyona Sûriyê bi pereyan xapand û kir hemêza xwe.”

Di berdewama axaftina xwe de Zana destnîşan kir ku dewleta Tirk aloziyek hundirîn dijî û ji bo ku bala gelê Tirkiyê ji aloziyê dûr bixe gefan li dijî herêmê Bakurê Sûriyê dixwe.

Di dawiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Zana Tolhildan bang li ciwanan kir ku li hember her êrîşekî ku dibe li dijî Bakurê Sûriyê pêk werin li rex QSD’ê bisekinin û ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, li gorî berpirsyariyê bin.

Di dawiya civînê de senevîzyonek girêdayî komkujiyên dewleta Tirk li ser gelan hate pêşandan.

Nivîsa Pêş