BERLİN- Li bajarê Elmanya Berlîn’ê duh salvegera damezrandina 40 min PKK hate pîroz kirin. Gelek Kurdên ku Evropa dijîn û dostên wan tev lê şahiyê bûn. Lê polêsên Elman avêtin li ser cihê pîrozbahiyê û gelek kes bi derb kirinê xistin binçavan. Jinek jî di esnaya binçavkirinan de qrîza dil derbas kir.
Li ruxmê astengiyan jî duh evarê li Berlîn’ê ji bo pîrozkirina damezrandina PKK hate çêkirin. Lê polêsên Elman avêtin li ser salona şahiyê û di tê hunermend jî gelek kes derb kirin û xistin binçavan. Hunermend Muharrem jî hate derbkirin û binçavkirin. Dayika Muharrem qrîza dil derbas kir û wê rakirin nexweşxaneyê.
Komiteya pîrozbahiyê li ser vê mijarê axaftinek kir. Got ku ‘mirovan heya garê tirênan dişopînin û binçav dikin. Em vê nêzikatiyê qebul nakin û şermezar dikin. Birastî tewrên polêsên Elman ji a Tirk ne cuda ne. Em ê bi rê ya hukukî hesaba vê kirinan bipirsin.’
Piştê demekê kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan.