TUÎK’ê hejmara bêkaran eşkere kir. Îlona 2018’an bêkarî bi 0,8 pûanî zêde bû û gihîşt 11.4 ji sedî
NAVENDA NÛÇEYAN- TUÎK’ê hejmara bêkaran eşkere kir. Îlona 2018’an bêkarî bi 0,8 pûanî zêde bû û gihîşt 11.4 ji sedî.
Li gelemperiya Tirkiyeyê, di nava mirovên ji 15 salî mezintir de hejmara bêkariyê Îlona 2018’an li gorî heman dema sala bihurî bi 330 hezarî zêde bû û gihîşt 3 milyon û 749 hezar kesî. Bi zêdebûna 0,8 pûanî, rêjeya bêkariyê bû 11,4 ji sedî.
Bêkariya li nava ciwanan (15-24) salî, bi 1,6 pûanî zêde bû û gihîşt 21,6 ji sedî. Di nava nifûsa navbera 15-64 salî de ev rêje 0,9 pûanî zêde bû û bû 11.7 ji sedî.