Koorîdora mirovî ji bo pêdiviyên jiyanê û tendirustiyê ji aliyê YPG-YPJ û ciwanên Êzidî hatibû vekirin. Piştî girtina koorîdora mirovî ciwanên Şengalê li ser xeta sînor a Rojava û Şengalê kon vegirtibûn û dest bi protestokirina biryarê kiribûn.
ŞENGAL- Korîdora ku ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de wek Koorîdora Mirovî ya Rojava-Şengalê hatibû vekirin di 15’ê Kanûnê de ji aliyê Iraqê hate girtin. Koorîdora mirovî ji bo pêdiviyên jiyanê û tendirustiyê ji aliyê YPG-YPJ û ciwanên Êzidî hatibû vekirin. Piştî girtina koorîdora mirovî ciwanên Şengalê li ser xeta sînor a Rojava û Şengalê kon vegirtibûn û dest bi protestokirina biryarê kiribû.
Çalakiya ciwanan û Şengaliyan 2 roje berdewam dike.
”Dema çalakiya nobedê berdewam dikir, rayedarên Iraq’ê çûbûn gel çalakvanan û gotibûn em ê deriyê vekin. Li gor vÊ çavkaniyÊn ku ji herêm3e hatibû ragihandin, diyar kiribûn derî vekirine, piştê wê Ajansê me bêyî teyîdkirina nûçeyê encamgirtina çalakiyê û vebûna deriyê wek nûçe derbas kiribû. Dîsa evqas seatên ku li ser nûçe jî derbas bûye em nûçeya xwe ya venekirina deriyê serarast dikin û ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazin.”
Ciwanên Şengalê û Gelê Şengal’ê ragihandin ku heya korîdora Rojava-Şengal’ê webe ew ê çalakiyê xwe bidomînin.