Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de di gelek cihan de çalakiyên bi bandor li dar dixin û derbên giran li hêzên dagirkeriyê dixin. Dagirkeriya ku nikare li hember çalakiyên hêzên me li berxwe bide bi çeteyên girêdayî xwe re êrîşên bi armanca qirkirina nîştecihên herêmê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 16’ê Kanûnê piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, herêma Şêrawa ya li ser Efrînê da ber topan. Di encama topbaranê de 2 rêhavalên me yên ku parastina nîştecihên herêmê de erkdar bûn şehîd ketin. Her wiha yek jê zarok 2 sivîl jî birîndar bûn.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:
Nasnav: Mazlum Efrîn
Nav û Paşnav: Basil Kedro
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ebdulfetah
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16’ê Kanûnê 2018
Nasnav: Zagros Efrîn
Nav û Paşnav: Edhem Erbo
Navê Dayikê: Şînal
Navê Bav: Heyder
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / 16’ê Kanûnê 2018
Em serî de ji malbatên her du şehîdên me re û gelê me yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.