Damezirandina Enternasyonala Ciwanan a nû
Piştî şerê di mehê adarê 1919 de li Moskowyê Enternasyonalekê nû, yê seyemîn bi nave Enternasyonala Komunîst (KI anî Komintern) çêbû. Û di vê çarçoveyê de jî di mehê gulanê de Komîteya Rêveberiya Komintern (EKKI) banga li rêxistinên ciwanên proleter kir ku Enternasyonala Ciwanên Komunîst avabikin. Ser vê esasî konferansekê amedekariyê dawiya meha tebaxê li Viyena (Wien) hatibû lidarxistin û di encama vê de kongreya damezirandina Enternasyonala Ciwanan a nû di 20‘ê mijdarê sala 1919 de bi nûnerên ji 14 welatan çêbû. Di nava vê de rêxistinên ciwanan ji Rûsya, Herêma Wolgaya elmanî, Polonya, Elmanya, Italya, Espanya, Sûwed, Norvêç, Danîmark, Awusturya, çekoslovakya, Macaristan, Romania û Swuisra, hejmar ji çend ji wan rêxistinan gihîştiye heta 250 hezar endam. Rêxistinên ku manîfestoya damezirandinê îmze kirine:
- Komela Ciwanan a Komunîst a Rusî
- Komela Ciwanan a Komunîst li Herêma Wolga ya Elmanî
- Ciwanên Komunîst a Polonya
- Ciwanên Sosyalîst û Azad a Elmanya
- Ciwanên Sosyalîst a Italya
- Komela Ciwanan a Sosyalîst a Madrid
- Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Suwed
- Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Norvêç
- Komela Ciwanan a Sosyaldemokrat Danîmark
- Komela Ciwanên Proleterên Komunîst a Elmanya-Awusturya
- Rêxistina Ciwanan a sosyaldemokrat a çekoslovakya li Eyaleta Kladno
- Ciwanên Karkerên Komunîst a Macaristan
- Ciwanên Karkerên Romania
- Rêxistina Ciwanan a Sosyalîst a Swuîsra
Ji ber rewşa ewlekariyê pêwîst bû ku kongre li îlegalitê, her roj li cihekî din, çêbibe.
Di aynê demê de Gustav Noske3 derva bi tank û panzeran diĵi meşa salvegera duyemîn a şoreşa Rûsyayê derket. Di encamê 6 rojan de Enternasyonala Ciwanan a Komunîst giredayî Komintern (Enternasyonala Komunîst a giştî) hatiye ragihandin. Lê têkiliya wan wê çawa be demekê dirêj mijarêkê niqaşê maye.
Di bernameya wan de hatibû gotin:
„14. Enternasyonala Ciwanan a Komunîst ser zemîna biryarên kongreya yekemîn a Enternasyonala seyemîn (Komintern) disekine û parçeya vê Enternasyonala Komunîst e. Navenda Enternasyonala Ciwanan a Komunîst li aliyê rêxistinî bi Enternasyonala Seyemîn (Komintern) ve giredayî û pê re ser têkoşinekê hevpar xebat dike.“ [Manifestoya KJI]
Bi vî awayî hemû biryarên Komintern heta vêdemê qebûl kir, lê ji bo piştgiriya xwe ji bo biryar û bûyerên peşerojê vekirî hîşt. Ji ber ku li gorî nêrina ciwanên komunîst garantiya vê nebû ku Komintern di pêşeroje de jî ser riya şoreşê bimîne.
Li derbarê têkiliyên rêxistinî (navbera rêxistinên ciwanan û partî) bername didu rêgez pênase dike: 1. Xwesertiya ciwanan 2. Têkiliyên nêz û alikariya hev du
Vê li xweseriyê israr kirin bi taybet ji ber tecrûbeyên şerê dunya yekemîn çebû, dema ku rêveberiyên partiyan bi awayiyekî netewperest piştgiriya siyaseta şerê kirin û tenê komelên ciwanan di kevneşopiya dijî-şer israrkirin. Ji ber vê ciwan gotin ku tenê Enternasyonalekê Ciwanan xeta komunîst bikare biparêze. Münzenberg di kongreya li Berlînê de jî axivî û got: „Ciwan ji xwezayiyê ve şoreşgerî ne“. Pistî şerê jî xuya bû ku ciwan deha ji komunîsm bandor bûn.
Salên destpêka KJI
Di salên destpêkê de buroya KJI ne li Moskowayê, lê li Berlinê bû. Ew bûroya îlegal di sala yekemîn de 30 kadroyên xwe şandiye welatên din û 100 ji derva pêşwazî kir, heta ku ji milê polîs hatiye dîtin. Kadroyên rêveberiyê gelek caran dema sînorên ilegal derbaskirin hatine girtin. Ji ber vê jî têkiliyên Rojavayê Ewrûpa ji têkiliya navenda Komintern li Moskowayê baştir bû û bi vî awayî jî hindîk xweserî çêbû.
Di dema piştî kongreya damezirandina xwe de KJI di aliyê hejmar de teqînek çêbû:
Ji 14 seksyon bi 219.000 endam li dawiya sala 1919, destpêka sala 2021 gihîştibû 49 seksyon bi 800.000 endam. (Enternasyonala Ciwanan a Sosyalîst 1924: 250.000 endam li 33 komelan). Sedema vê mezinbûnê hem avakirina Komelên nû bû, hem jî parçêbûna komelên ciwanan ên navendî li aliyê rast sosyaldemokratan û li aliyê çep Komintern.
Di vê demê de niqaşên derbarê têkiliya KJI û Komintern taybet di civîna bûroya heziranê 1920 de jî dîsa çêbûne. Piştî tevlîbûna resmî ya KJI di nava Komintern de pêwîstî bi têkiliyekê rêxistinî hatiye dîtin, yê ku alikariya hev du û danûstandina navbera nunerên KJI û Komintern mîsoger dike.
Di tebaxê 1920 de li Moskowayê civînekê nefermî navbera nûnerên ciwan, ên ku beşdarî kongreya Komintern a duyemîn bûn, çêbû. Li vir du endamên komiteya rêveberiya KJI (Luigi Polano ji Italya û Lazar Schatzkin ji Rûsyayê) têzên nû amadekirin ku carê yekemîn dixwestin KJI giredayî biryarên kongreya Komintern û talîmatên komîteya rêveberiyê bikin. Wan têzan modelekê eznek avakir ku têkiliyên di nava rêxistinên ciwanan û partiyan de li her welatêkî cuda, li gorî rewşa siyasî û asta rêxistinî a tevgera komunîst, diyarkirin. Lê ji derva vê jî hat gotin ku:
„tenê rêxistinên ciwanan a xweser (yê ku xwe bi xwerêvebibin) têkoşerên şoreşgerên bi cesûr û bi biryar û kadroyên jehatî ya şoreşa proleter û hêza sovyetê avabikin.“
Ji ber vê gelek giringîya xweseriya KJI hatibû dîtin û vê modelê ji milê Komiteya Rêveberiya Komintern jî hatibû qebûlkirin. Modelekê ku xweseriya rêxistinî û guhdarîya siyasî4 ji bo tevgerên ciwanan a komunîst pênasekir. Tenê li welatên bê partiyên komunîst ên bi hêz xweseriya (rêxistinî û siyasî) komelên ciwanên komunîst hatibû parastin.
KOMUNA ENTERNASYONAL