Piştgirî û serdanên ji bo çalakiya greva birçîbunê ya li Silêmaniyê dewam dikin. Bi vê boneyê ciwanên Rojavayê Kurdistanê serdana çalakiya gireva birçîbunê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê kirin. Ciwanan banga yekitiyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştgirî û serdanên ji bo çalakiya greva birçîbunê ya li Silêmaniyê dewam dikin. Bi vê boneyê ciwanên Rojavayê Kurdistanê serdana çalakiya gireva birçîbunê ya Komeleya Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê kirin. Ciwanan banga yekitiyê kirin.
Di serdanê de li ser navê şandeya ciwanan, Mustefa Nebu Hesen axivî û got: “Em piştgiriya çalakiya gireva birçîbunê dikin, di rewşa niha de pêwîstiya me her çar parçeyên Kurdistanê bi yekitiyê heye. Ger yekiti çêbibe emê bikaribin hemberî dijmin rawestin. İro dewleta Tirk êrîşê Kurdan li ser xaka Kurdan dike, ji bo vê pêwîste em jî hemberî vê yekbin.”
Piştî wê berdevkê encûmena Komeleya Karkerên Mezopotamya İhsan Yildiz xêrhatina ciwanan kir û got: “Ev demek dirêje tecrîda giran kirî li ser Rêber Apo tê meşandin, tecrîd şer û aloziya Rojhilata Navîn kurtir dike û li dijî gelê Kurde. Armanca çalakiya me şikandina tecrîda ser Rêber Apo û komployên li dijî gelê Kurde. Emê bi berxwedan û têkoşînê van komployane vale derbixin.”