Çalakiya ciwanên Şengal’ê li dijî girtina korîdora di navbera Şengal û Rojava berdewam dike. Duh komekê ciwan ên Ereb piştgirî dan çalakvanan.
ŞENGAL- Li dijî biryara Hikûmeta Iraqê ku di 15’ê kanûnê de dabû û korîdora di navbera Şengal û Rojava de girtibû, çalakiyên gelê Şengalê didomin. Li ser girtina korîdorê ciwanên Şengalê di heman rojê de li ser sînor çadira çalakiyê vedabû û ev çalakî hîn dom dike.
Çalakiya ku pêkhateyên Şengalê yên Êzîdî û Ereb jî destek didinê, şevê din bi koma ciwanên Ereb dom kir. Ciwanên ku şeva xwe li çadirê derbas kir, agir pê xistin û bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe anî ziman.
Li aliyê din her roj welatiyên Şengalê jî bi armanca destekdayîn û nerazîbûna li dijî Hikûmeta Iraqê diçin herêmê. Çav li rê ye ku di van kêliyan de gel dîsa li ber çadirê kom bibe û bi rayedarên Iraqî re hevdîtin bên kirin.