Li ser girtina korîdora mirovî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve 4 rojin gelê Ereb û Êzîdî yên Şengalê li ber korîdorê dibin pêşengiya ciwanan de çadir vedane û di çalakiyê de ne.
ŞENGAL- Hikûmeta Iraqê 15’ê Kanûnê korîdora mirovî ya dinavbera Şengal-Rojava de girt. Hemwextê vê biryarê Deriyê Dihok û Şengalê ku PDK salek bû li ser Şengaliyan de girtibû û ne dihişt Êzîdî vê deriyê bikarbînin ji çûyîn hatinê re vekir. Li ser girtina korîdora mirovî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve 4 rojin gelê Ereb û Êzîdî yên Şengalê li ber korîdorê dibin pêşengiya ciwanan de çadir vedane û di çalakiyê de ne.
Gelê Şengalê jî tevî rewşa hewayê ya xirab çalakiya xwe ya li ber korîdorê dom dikin. Duh rayedarên herêmê diyarkiribûn ku wê fermandarê artêşê ya parêzgeha Mûsilê were hevdîtin li gel nûnerên Şengalê çêbike. Lê îro rayedarên Iraqî ji Şengaliyan re gotin ku ew derî venakin û divê ji bo vê serî li Bexdayê bidin. Ancax Bexda pirsgirêkê çareser bike.
Li ser vê yekê niha gelê Şengalê rê li çûyîn hatinê girtine. Gel herîkî li ser cadeyê û agir pêxistine û nahêlin wesayît biçin bên.
Şengalî duh bi daxuyaniyekî çapemeniyê ji Iraqê xwestibûn ku korîdora ku girtine dûbare vekin û peywendiya Êzîdiyên li Rojava û Şengalê ji hev qut nekin û destûrê bidin pêwîstiyên xwe yên jiyanî di vê rêyê re dabîn bikin. Her wiha ji bo vê jî Şengalî ji Iraqê daxwaz dikin vê korîdorê bi awayeke fermî nas bikin û ji xizmetê re vekin. Her wiha ji Iraqê garantî jî dixwazin. Di rewşeke berovajî de diyar kirin ku wê çalakiya wan ya çadirê bidome.
Berê niha jî carekî Iraq hewlda bû bigire lê li ser nerazîbûna tund ya Şengaliyan negirtibûn û sozdabûn rûspiyên Şengalê ku tiştek Şengalî nexwazin pêk neyênin û korîdorê vekirî bihêlin.
Heya van kêliyan jî gel li ser rêne û pêşî li hatin û çûyînê girtin.