Çalakî û grevên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berfireh dibin. Wê li Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê jî bernameya çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakî û grevên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berfireh dibin. Wê li Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê jî bernameya çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê eşkere kir.
Li gorî bernamaya çalakiyê, wê di 21’ê Kanûnê de li Silêmaniyê ji Cadeya Salim heta Baxê Giştî ya Silêmaniyê bimeşîn, piştre kon vedin û piştgirî bidin grevê bikin.
Di daxuyaniya li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer hatî dayîn de wiha tê gotin; “Ji aliyê dewleta Tirk ve tecrîdekî girankirî li ser Rêber APO tê meşandin. Rêxistinên mafên mirovan jî ti girîngiyê nadin vê mijarê û bêdengin. Weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer helwesta me diyare.
Rewşa ku îro Kurdistan têde ye, rojane êrîşên dagirkeriyê zêde dibin. Di van rojan de dewleta Tirk zêdetir êrîş dike û dixwaze bi hemû awayî Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Rojên borî me dît çawa êrîşî Mexmûr û Şengalê kir. Lewma divê her Kurdek li dijî van êrîşan û tecrîdê bibin xwedî helwest.
Weke ciwanên welatparêz û jinên têkoşer li hemberî van êrîşan û dagirkeriyê û parastina xaka xwe xwe berpirs dibînin. Divê helwesta me hebe. Lewma di roja 21’ê Kanûnê de emê meşekê ji Cadeya Salim a Silêmaniyê heta Baxê Giştî lidar bixin û piştgriya di bin kon de bikin.”