NAVENDA NÛÇEYAN
Tê zanîn ku, Şerê Cîhanê ya Sêyemîn ê ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn û hinek desthilatdariyên dewletan daye guhartin, ber bi Îran û Tirkiye’yê ku li Rojhilata Navîn ê jendermahiya statûkoyê dikin ve wê belav bibe.
Amerîka, bi ambargoya ku li ser Îranê daye çêkirin ve anî ziman ku wê Îran’ê hedef girtiye û di serî de Iraq û cîranên Îran’ê de dixwaze Îran’ê bisînor bike û lewaz bihêle, li dervayî Îranê bandora Îranê bişkîne û bi vî awayî jî radest bigre.
Dewleta Tirk vî tiştî ji bo xwe wek fersendek dibîne û him ji bo ku Şere Cîhanê ya Sêyemîn neyê nava sînorên xwe, him jî ji bo ku ji Amerîkayê polîtîqayên komkujiyê ku li hemberî gelê Kurd dimeşîne piştgirî bigre. Di vê qonseptê de li gel Amerîkayê cihê xwe girtiye. Ji ber wê jî li Iraqê, di herêma Ereban de bi êşîran re û him jî li Başûrê Kurdistanê bi partiyên Kurdên Rojhilatî re têkeve têkiliyê.
MÎT û Tirkiye, ji ber ku li Bexdayê serdestiya Şîa û Îranê zêde ye û nikarin vê xebatê bi hêsanî bimeşînin, berî xwe dan Hewlêrê û Balyozxaneya Hewlêrê jî wek navenda vê xebatê dixebitînin.
Ev xebata hanê, rasterast bi destê Balyozê Hewlêrê ya Tirkan û qadroyên wê yên îstîxbaratî ( Cîgirê Balyoz jî tê de) ve tê qordînekirin û encamên vê xebatê jî rasterast ji dîktatorê faşîst Erdogan re tê parvekirin.
Çavdêrên siyasî ya li herêmê anîn ziman ku, MÎT û xebatkarên balyozxaneya Hewlêrê bi teybetî jî li derdora Nînovayê vî karî pêk tînin û di serî de bi Tirkmenan re bi Erebên Sunî û êşîrên Kurdan re têkilî danîne. Çavdêr heman wextê anîn ziman ku Dewleta Tirk, li van herêman Tirkmen birêxistin dike, bi van biçek dike, di perwerdeyên leşkerî re (şer, sûîkast û sabotaj) derbas dike, meaş dide wan û dîsa dişîne heman herêmê.
Xebatkarên MÎTê û dîsa leşker û tîmên teybet ên ku di bin sîwana MÎT de dixebitin, bi Erebên Sunî û eşîrên Kurdan re hevdîtin çêkirine û di hevdîtinê de ev tişt anîne ziman;” Li herêmê ji bo ku serdestiya Haşdî Şabî û Îranê were şikandin û bisînorkirin, rêxistin tê avakirin û divê ev rêxistin jî nêzîkî Tirkmenan bibe. Heta divê hinek ji we bila tevlî Haşdî Şabiyê bibin û di nava Haşdî Şabiyê de alozî derxînin û polîtîqayên dij-Îranê bimeşînin.”
Çavkaniyek cûda jî anî ziman ku; “ Tirkiye, bi destê PDK, YNK û hinek eşîrên Kurdan ve li ser partiyên Kurdên Rojhilatî mijûl dibe û li Hewlêrê otelek ku girêdayî Parastin e ( îstîxbarata PDK), hinek ji berpirsiyariyên partiyên Kurdên Rojhilatî re hatine cem hev û di hevdîtinê de Tirkiye ‘’heke hûn li hemberî Îranê şer bikin, em jî soza pere, lojîstîk û cebilxaneyê didin.’’ MÎT, ji ser Erebên Sunî ya Iraqê ve, li Îranê bi Erebên Sunî û hêzên Belûciyan re têkilî daniye û hinek jî encam jê girtiye.”
Piştî van pêşketinan, li Başûrê Rojhilata Îranê, li bajarê Çabaharê ku girêdayî eyaleta Sîstan-Belûcistanê ye, di rojên borî de li hember qereqolek êrîşek teqînî pêk hat. Li vê herêmê bandora MÎT tê fahmkirin. Bêguman vî bajarî ku li aliyê Kendava Ummanê ye û bendera wî jî ji aliyê Îranê ve wek qada serbest hatiye îlankirin, ji mêj ve jî êrîşên wisa dîtine. Berpirsiyarên êrîşê jî pir caran rêxistina Sunî ya Belûciyan Cindûllah hatiye dîtin. Hevdîtina di navbera Tirk û Erebên Sunî li Nînovayê qewimî de rêxistina Cindûllah jî cih girtiye an negirtiye ne diyar e; lê belê ji ber ku Tirkiye di hemberî êrîşên wisa de bêhelwest ma û şermezar nekir, balê dikşîne. Di polîtîqayên Amerîkayê li ser Îranê de, Tirkiye û dîktatorê faşîst Erdogan wek leşkerê Amerîkayê tevdigere û li hemberî vê jî Amerîka xelatan dide Tirkan. Mînak; çavdêrên herêmê hemfikir in ku bîryara girtin û tunekirina 3 rêveberên KCKê di vê derbarê de ye.
Tirkiye, polîtîqayên li ser Îranê ya Amerîkayê ku Tirkiye weke leşkerê Amerîkayê tevdigere û tê de cih digre, dixwaze him ji Îranê vî tiştî veşêre û him jî li hemberî Kurdan bi Îranê re bibe yek û Kurd qetil bikin. Polîtîqayeke wisa dirûyî û xapandinê li hemberî Îranê esas digre.
Bi vê armancê, serokê meclîsa Tirk û serokwezîrê kevn û profîlkêm Bînalî Yildirim, tevlî civîna serokên meclîsan bûne û çîroka dîroka hevpar, hevaltî û berjewendiyê vegotine.
Nizanim, baweriya Îranê bi van helwestên dirûyî û çîrokan tê an na, lê belê di vê baweriyê de me ku Îran dizane ku di operasyonek mezin de Tirkiye li hember Îranê rolek mezin wê bileyîze.
Li ser vê mijarê polîtîkayên Îranê ( sekinandina Tirkiye,ahenk kirin an jî Tirk girtina aliyê xwe ) şaş in.Rastiyên dîrokî û rastiyên polîtîk li hev nayên. Hin sedemên wê hene ; Yekem, di dîrokê de Tirkiye(Osmanî) û Îran ser herêmê her dem şer û pevçûnên serweriyê dikir.Berjewendiyên wan bi hev re nakok in. Wîzyonê wan ên dinya û herêmê ji hev cuda ne. Mezinbûna yekî encax lewazbûna yên din ve pêkan e. Her du dewlet di pêvajoyên dîrokê de li dijî hev xebatê qet bernedane.Polîtîkaya ‘ dijminê yê dijminê min heval/dost ê min e’ meşandin.Pişt dane dewletên hemberî hev. Heta dema Tirkiye endamê NATO û xêza ABD de bû ; Îran 1979’de Şoreşa Îslamê pêk anî dûv re nêzî Sovyetan bû.
A duyemîn, Erdogan û dewleta faşîst her çiqas hin mijaran de ABD, Îsraîl û bi dewletên Awrûpa ve pirsgirêkên wî hebe dîsa jî ji hêzên Awrûpayî ango ji NATO dûrnakeve. Dizane ku saxiya wan li ser lingan e û gor ramanên wî ji bo ser lingan berdewam ke hewcedar ê NATO ye. Di rewşek wisa de heke ABD û Îsraîl têkeve Îranê, Tirkiye ne dikare nêzî Îranê be ne jî dikare bêalî be.
A sêyemîn; li holê ye ku ev rewşa tevgerîna hevpar a ku di demên dawî de li navbera Rusya, Îran û Tirkiyeyê çêdibû, niha ji bo Îranê encamek neyinî derdixe û li dijî Îranê pêk tê. Rusya ji bo Tirkiyê Ji ABD-NATOyê dûr bixe û di nava wan de nakokî derxîne di hin mijaran de bi taybetî jî li Surîyê, Îran avêtiye plana duyemîn û li paş hêla ye.
Sedem jî Tirkiye naxwaze li Suriyê bi Îran re were hember hev û tê dîtin ku di têkoşina herêmê de jî dixwaze Îranê li pey xwe bihêle.
Tê gotin ku yek ji encama vê rewşê, ên ku alîgirên Îranê ne û di serî de di nava artêş, îstîxbarat û saziyên rejîma Esad de cih digrin, hatin tasfiyekirin. Ji ev kesên hatiye safî kirin hinek bendî kirin hinek bi darê zorê ji kar vediqetînin hinek jî dişînin derveyî welat. Ê ku xuya dike Esad li şiyan e lê tu hêza wî nemaye, yên ku sîyaseta Sûriyê dişopînin tînin ziman ku her tişt bi destê Rusan tê rêvebirin.
Tê gotin ku Beşar Esad di mijara safîkirina alîgirên Îran de, ji ber ku naxwaze bi Îranê re were hemberî hev, bi destê Esma Esad çêdike. Esma Esad jî ji endamên saloxiyên Sûriyê yên ku nêzî wê ne ji bo vî karî erkdar kiriye.
Ji ber vê rewşê diyar e ku polîtîkayên Îranê ku Tirkiyê bisekinîne, bixe nava ahengiyeke û heke derfet hebe wê bikşîne hêla xwe, encam nade. Ji ber wê Îran, gavên ku Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê mezin dike bavêje, wê bi xetereyan re rûbirû bimîne. Em ê bibînin; Îranê, ezmûn ji tawîzên ku di paşerojê de dane Tirkan girtine an na?
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Kurdistan