Sed hezar welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina bazara qirêj a di nava DYA û Tirkiyeyê de li pêşiya baregeha Hêzên Koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê ya li Kobanê xwepêşandaneke protestoyî kirin.
KOBANÊ- Sed hezar welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina bazara qirêj a di nava DYA û Tirkiyeyê de li pêşiya baregeha Hêzên Koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ’ê ya li Kobanê xwepêşandaneke protestoyî kirin. Sed hezar kes ji 7 salî heta 70’ê salî yên ji bajarên cuda yên herêma Firatê tevî hewaya xirab serê sibehê bi wesayîtan ketin ser rê.
Girseya gel a ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez ên li Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa, Sirrîn, Girê Spî, Eyn Îsa û gundewarên wan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Berxwedana Gelan”, “Em planên qirêj qebûl nakin”, “Me berxwe da, emê berxwe bidin”, ” Gelê Sûriye yek e, dewleta Tirk dagirker e”, “Şehîd namirin”, “Bijî Berxwedana Efrînê” ve “Bijî berxwedana YPG’ê”, Bijî Berxwedana YPJ’ê”, “Bijî Berxwedana QSD’ê” ve “Bijî Berxwedana Gelan.”
Beriya daxuyaniyê heyeta ji 7 kesan a ji gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din pêk tê, bi rêveberên Koalîsyonê û DYA’yê re civiyan. Heyet daxwazên xwe yên di nameyekê de berhevkirine, ji bo gihandina rêveberên Koalîsyon û DYA’yê radestî rêveberan kirin.