Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Swîsre’yê duh serlêdana çalakvanên greva birçîbûnê yên Strasbourg’ê kirin û bang li hemû ciwanan kirin ku xwedî vê berxwedanê derkevin.
STRASBOURG- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Swîsre’yê duh serlêdana çalakvanên greva birçîbûnê yên Strasbourg’ê kirin. Hate dîtin ku çalakvanên ku li dijî îşkenceya tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were rakirindi 17 Kanunê de ketibûn greva birçîbûnê pir bi moral bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger gotin ku em ji vê berxwedanê re xwedî derkevin û cihê ku em lê ne li her derê çalakiyên piştgiriyê lidarbixînin. Endamên TCŞ’yê demek dirêj bi çalakvanan re hestên xwe parve kirin û bang li hemû ciwanan kirin ku xwedî vê berxwedanê derkevin. Endamên TCŞ’ê bi dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ ji gel çalakvanan veqetiyan.