Malpera şehîdên şoreşa Rojava hat vekirin

Navenda Çapemenî û ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî da diyarkirin ku ji bo danansîna şehîdên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdisanê canê xwe feda kirîn li ser internetê malperek vekir.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çapemenî û ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî da diyarkirin ku ji bo danansîna şehîdên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdisanê canê xwe feda kirîn li ser internetê malperek vekir.

Daxuyanî wiha ye;

“Bi armanca danasîna cangoriyên şoreşa Rojava û şehîdên di oxira rizgarkirina xaka Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn fedayî, em malpera şehîdên Rojava pêşkêşî gelê xwe dikin.

Di herêma me de şer û aloziya ku 7 salan li pey xwe hişt îro gihîşt qonaxa afirandina jiyanek û pergalek nû ji bo gelê Rojava. Ji rizgarkirina bajarê Kobanê di sala 2012an û vir de, di herêma me de li hember her cûre paşverûtî, mêtingerî û talangeriyê şerekî bê navber û bê hempa hat dayîn. Di encama vê têkoşîna mezin de, xala ku îro em gihîştinê him ji bo Kurdistan û Sûriyê, him jî ji bo hemû derdorên ku di lêgerîna jiyanek azad de ye bû çirûska hêviyê. Bêguman azadiya ku îro gelê me di vî parçeyê Kurdistanê de dijî, encama xebata pakrewanên me ye. Encama ked, xebat, azwerî û xwîna wan e.

 ‘Em malpera www.sehidrojava.info pêşkêş dikin’

Em jî weke xebatkarên çapemeniya YPG, YPJ û QSD vegotina çîroka van şehîdan ji xwe re weke erka herî sereke û xebatek pîroztirîn dibînin. Li ser vê esasê, bi armanca danasîna lehengên ku di oxira parastina nirxên şoreşê de şehîd ketin, em malpera www.sehidrojava.info pêşkêş dikin. Weke navgîneke dewlemend ya ku herkes dikare tê de şehîdên şoreşa Rojava nas bike û weke arşîvek ku hemû şehîdên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk li yek platformê tîne gel hev e.

Bi destpêkirina xebata xwe re em vê kêfxweşî û şanaziya xwe, ku em vê jî deyndarê şehîdên nemir in, bi gelê xwe re parve dikin. Hemû şopînerên me dikarin bi rexne, pêşniyar û nirxandinên xwe tevkarî raber bikin; bi nivîs, gotar an jî dîmenên hevalên şehîd yên ku nas dikin dikarin di mezinkirina vê platformê de bibin xwedî rol.”

Nivîsa Pêş