Piştî berxwedana xweseriyê, li Tirkiyeyê, ji bo ku di tora civakî de mêjiyên girseyê şêlo bikin navenda dezenformasyonê hat avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî berxwedana xweseriyê, li Tirkiyeyê, ji bo ku di tora civakî de mêjiyên girseyê şêlo bikin navenda dezenformasyonê hat avakirin. Li gel vî mîsyona vê navendê yek jê teşhîrkirin û gilîkirina hesabên Kurd-welatparêz û demokratan bû; di van xebatan de hesap teşhîr dikirin, gilî dikirin, dixapandin û ji wan pere distandin. Hêjmarên van navendan nayê zanîn lê belê tê fikirîn ku di avakirina vê navendê de 13 kes cih girtiye.
Ji mêj ve di derbarê vê çeteyê de hinek agahî hatibûn parvekirin
Di avakirina vê projeyê de ( bi navê Aktrolê tê naskirin) Mete Yarar cih girt û demek dirêj wek serçete tê de xebitî. Gelek hesabên hevrast ya twîterê bi kar tîne. Yarar, agahiyên ku ji walî, qeymeqam û hêzên taybeta AKPê tên, li ser hesabên xwe parve dike.
Nevzat Çîçek, demeke li rojnameya Tarafê xebitî û wê çaxê nivîsa wî ya “ Riya Kurd-Îslamê” balê kişandibû; ew jî di nava xebatên AKTrolê de cih digirt û qaşo “Kurdewar” xwe nîşan dida û dixwest vê dezenformasyonê li ser hesabên Kurdan pêk bîne.
Endamê AKTrolê ku ji dozgerê re “sûîkasta bikirnî” pêk aniye û li zindanê maye;
Yek ji endamê vê çeteyê kesê ku navê wî Ahmet e. Ji dozgerekê re bi îdiaya “sûîkasta bikirnî “ pêk aniye deh meh li zindanê ma û ji ber ku nexweşiya pençeşêrê bi wî heye serbest hate berdan.
Malbatek AKTrolî ; Ayaz Tatar, Ferhan Tatar û Murat Tatar
Ayaz Tatar, demeke hesabê bi navê “ Şirnak Ulku Ocaklari” (@istihbaratbirim) bi kar dianî. Tê zanîn ku Ayaz Tatarê; ji ser hesaba @BofSunum ve jî dezenformasyon çêdikir. Di navbera kesên ku bi awayekî çalak ( yek jê Ayaz Tatar e) @BofSunun bi kar tîne û hêzên teybetên polîsan de yekoyek têkilî hebû. Bi piranî Şirnexê, bi teybetî jî li Silopyayê, Kurdên ku di saziyên dewletê de dixebitîn bi destê Ayaz Tatar hatin jikardûrxistin û binçavkirin. Heya îro bi hezaran Kurd bi destê wî an hatin girtin an jî jikardûrxistin. Di serî de Ayaz Tatar, piştre jî Ferhan û Murat Tatar sixûriya hêzên teybeta polîsan dikirin.
Mikurhatina AKTrolan; min Dayika Teybet kuşt
Kesê ku damezrinêrê @BofSunumê (bi navê kevn @tweetguneydogu) Murat Şaşmaz ( bi navê kod Serkan ), di 9 saliya xwe de dema ku bi malbatê xwe ve ji Almanyayê vedigeriyan qeza derbas kirin û malbatê xwe wenda dike û dû re jî di 14 saliya xwe de di nava MÎT de dest bi kar dike. Piştre jî di îstîxbarata hêzên teybet û tîma ku li Kurdistanê qetlîaman çêdikirin de cih digre. Şaşmaz, xwediyê hesabê ku ê ku digot “ Hurşît Kulter di destê me de ye” jî bû.
Şaşmaz, di peyamên xwe de jî îfade dike ku wî Dayika Teybet kuştiye. Şaşmaz, di heyama derbê de tê binçavkirin û tê gotin ku nasnameya wî ya polîsiyê sexte ye û ew di hêzên teybet de cih digre.
Yek jî ji di vê komê de cih digre Haci Murat Dînçer e. Dînçer, gerînendeyê şaxa “ têkoşîna li dijî qaşo terorê” ya Şirnexê bû û gelek qetlîam bi destê wî pêk hatin. Dînçer jî ji hesabên twîterê re agahî dida.
Malên Pirsiyarî(sorgu evleri) ya AKTrolan jî hebû
Di paşêrojê de hatibû zanîn ku 6 malên AKTrolan hene û ji bo îfade girtin û pirsiyarîkirin ew bi kar dianîn. Niha jî tê gotin ku hêjmarên malan pir zêde bûne.
Ev tenê rûyê xuyayî ya çiyayê qeşayê ye
Nûçeya me ku me ji hevdîtinên û hevpeyamên AKTrolan bi xistiye, nîşan dide me ku rejîma Erdogan-AKP çawa tora civakiyê bi rêve dibin û bi çi armancê dixebitînin. Ew jî ên ku em dibînin evqas in. Di dema avakirina vê projeyê de bi hezaran dolar hat xerckirin û îro jî mîna artêşek dixebitin û bi mîlyonan dolar ji vê projeyê re tê razandin.
AKTrol kî ye ? Kengî hat avakirin ?
Tirkiye, bandora tora civakiyê bi bûyerên Geziyê ve naskir. Twîter, nû populer dibû û bi van çalakiyan ve hate keşîfkirin. Piştre jî di hilbijartina herêmê ya 30’ê Adarê de jî cihê nîqaşan bû. Rejîma Erdogan û AKP, hêza Twîterê dît û dest bi kar kirin. Têgehên “Trol” û “AKTrol” di vê heyamê de derket holê.
Facebook û twîterê bi awayekî çalak bi kar tînin û di rûpelên ku bi hezaran şopînerên wî hene de her roj nûçeyên derew û sexte diweşînin. Niha jî tê fikirîn ku bi hezaran endamên AKTrolan hene.
Çavkanî; Navenda Lêkolîna Kurdistan