Agahiyên weke ku yekîneyên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) wê li Nisêbînê bê bicihkirin hatibûn girtin. Di demên dawî de zêdebûna wesayîtên leşkerî jî guman zêde kirin. Tê îdiakirin ku kampa ku vediguherînin baregehê wê komên OSO’yê lê bên perwerdekirin.
NISÊBÎN- Piştê ku li Suriye û Rojava şer destpêkir. Çeteyên dewleta Tirk li gelek cihan êrîşê welatiyan kirin û şer derket, ji ber vê jî gelek kes wek pênaber derbasî Tirkiye bûn. Deleta Tirk qaşo ji bo pênaberan kamp vekirin, lê ji destpêkê ve di van kampan de çeteyên Erdogan xwe karên xwe meşandin. Herî dawî jî hate îdiakirin ku kampa li Nisêbînê vediguherînin baregeha leşkerî.
Kampa ku tê îdiakirin ku wê yekîneyên OSO lê bên bicihkirin; ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê ve di çileyê 2014’an de wek tesîsa mêvaniyê hat avakirin. Kamp li gorî ku 5 hezar kes dikarin lê bi cih bibin hat çêkirin, ewil penaberên ji Sûriyeyê hatibûn, hatin bicihkirin. Niha bi êrîşên li dijî cihên girêdayî Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê, dîsa tevgera li sînor hat jiyîn. Yek ji navendên ku tevger lê hatiye jiyîn Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ye. Li xeta sînor di rojên dawî de gelek wesayîtên zirxî li dewrê digerin.
Agahiyên weke ku yekîneyên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) wê li Nisêbînê bê bicihkirin hatibûn girtin. Di demên dawî de zêdebûna wesayîtên leşkerî jî guman zêde kirin. Tê îdiakirin ku kampa ku vediguherînin baregehê wê komên OSO’yê lê bên perwerdekirin.
Di kampê de dest bi amadekariyan hat kirin.
Çavkanî: Jinnews