Îro li Silêmaniyê di pêşengtiya Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşêr de li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek lidarbixistana. Lê Asayişa YNK êrîşê meşa ciwanan kir.
SILÊMANIYE- Tevgera Gencanî Welatparêzî Kurdistan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan, îro xwest ku li Kolana Seholeke ya Silêmaniyê xwepêşandanekê lidar bixe û daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê asayîşa Silêmaniyê berî ku meş destpê bike, hemu çalakvan binçav kirin.
Her wiha gelek endamên Komeleya Karkerên Mezopotamya ku dixwestin destekê bidin xwepêşandanê jî, dema dihatin cihê çalakiyê di rê de hatin binçavkirin. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Rojê (ROJNEWS) Berhem Letîf jî dema çalakiya Tevgera Gencanî Welatparêz dişopand, hate binçav kirin.