Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 24’ê Mijdarê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Metînê şehîd bûbûn, ragihand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku 24’ê Mijdarê bi êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Metîna şehîd bûbûn, ragihand. Li gor agahiyên ku HPG weşand gerîlayên bi navê Yonca Şen (Jînda Ashaf) a ji Şirnexê, Hediye Mihemed a ji Hesekê û Kurewan Nasirî (Şoreş Rojhilat) ê ji Sinê 24’ê Mijdarê li Metîna bi êrîşeke hewayî şehîd bûn.
HPG di daxuyaniya xwe de got ku; ”Em hevrêyên xwe yên qedirbilind ku ji bo li dijî tevgera dagirker a dijminê mêtinger rawestin û bi ve çarçoweyê ji bo dîroka azadiyê ya gelê me binivisin, yer yek ji parçeyekî Kurdistanê hatî û li ser xeta serfiraziyê ya Rêber Apo bûne yek, bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên me yên şehîdên qedirbilind, serê gelê Kurdistanê sax be, em son dixwin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdsitanê û ya azadiya Rêber Apo bibin serî û bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn.”
Nasnameyên gerîlayan wiha ne:
Nasnav: Jînda Ashaf Nav û paşnav: Yonca Şen Cihê ji dayikbûnê: Şirnex Navê bav û dayikê: Zehra – Osman Cih û dîroka şahadetê: 24 Mijdar 2018 / Metina |
Jinda – Yonca Şen
Nasnav: Seal Zagros Nav û paşnav: Hediye Muhammed Cihê jidayikbûnê: Hesekê Navê bav û dayikê: Halime – Muhammed Emîn Cih û dîroka şahadetê: 24 Mijdar 2018 / Metina |
Seal – Hediye Muhammed
Nasnav: Şoreş Rojhilat Nav û paşnav: Kurdewan Nasirî Cihê jidayikbûnê: Sine Navê bav û dayikê: Şakra – Muhammed Emîn Cih û dîroka şahadetê: 24 Mijdar 2018 / Metîna |
Şoreş – Kurdewan Nasirî