Di 19 Kanunê de li Dersîm’ê serê sibê polêsên dagirker yên Tirk avêtin li ser xwendekarên Kurd û 16 xwendekar xistibûn binçavan.
DERSİM – Di 19 Kanunê de li Dersîm’ê serê sibê polêsên dagirker yên Tirk avêtin li ser xwendekarên Kurd û 16 xwendekar xistibûn binçavan. Ji xwendekaran 12 kes duh û pêr hatin berdan. 4 xwendekarên ku îro derketin dadgehê ji wan kesek bi kontrola edlî hate berdan, lê di derheqa 3 xwendekar de biryara girtinê hate dayin.
Xwendekarên bi navê Muhammed Erkîz, Şeyhmuz Bakir û Cengîz Îlan ji ber hinceta tevlêbûna xwe ya bîranîna Şerdîl Cengîz hatin tewanbar kirin û qaşo ‘Propagandayê Rêxistinê’ kirine hatin girtin.