Li Şengalê ciwanên Êzidî di bin pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJÊ) de ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan û tecrîd şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Şengalê ciwanên Êzidî di bin pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJÊ) de ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dirûşmeyên , “Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ meşiyan. Gel jî piştgirî da çalakiyê. Meşê li ber Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê destpê kir û heta li ber Qaymeqamtiya Şengalê berdewam kir. Li ber deriyê qaymeqamtiyê daxuyanî hate dayîn.
Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJÊ) Rîhan Hesen daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Di serî de em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Pirsgirêka Rojhilata Navîn û bi taybat her çar perçên Kurdistanê û Şengal di nav de sedama neçariya wê ewe ku kîlîta çareseriyê di girtîgeha Îmralî de ye. Rê nayê dayîn parêzer û malbata Rêber Apo biçin Îmralî. Em di serî de ji saziyên mafê mirovan ên qala mirovatiyê dikin û dewlatên navnetawî û teybat dewleta Tirk a faşîst re dbêjin hûn nikarin bi tecrîdê me ji fikrên Rêber Apo qut bikin. Îro di dilê her ciwan, deyîk û zerokan de hatiya çandin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2018’an de pêk hatî ve dewleta Tirk du caran êrîşî Şengalê kiriye û wiha tê destnîşan kirin; “Dewlata faşîst a Tirka bi rêvabiriya serokê DAIŞ’ê Erdogan bi belafirên xwe û hevkariya hevalbendên xwe yên PDK’ê êrîşî herêmê dike. Dixwaze bi şerê derûnasî herêma Şengalê vale bike û civaka Êzidî bê îrade bêhilin. Weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bangewaziya me ji bo tevahî keç û xortên Êzidî re heye li dijî înkarkirina îradeya gel û êrîşan 24 saetan di nava çalakiyan de bin. Herwiha tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Em piştiya xwe ya ji bo çalakiya Leyla Guven a ku ketiye 44 rojan de nîşan didkin. Divê her kes li dijî tecrîdê bêdeng nebin.”