Rêjwan Başûr eşkere kir ku wê weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer heta ku Ocalan di girtîgehê de be û dagirkerî berdewam be, timî çalakiyên xwe yên ji bo parastina xak û gelê xwe berdewam bikin.
SILÊMANİYE- Tevgera Ciwanên Welatparêzî Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, îro xwest ku li Kolana Seholeke ya Silêmaniyê xwepêşandanekê lidar bixe û daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê asayîşa Silêmaniyê berî ku meş destpê bike, gelek çalakvan binçav kirin.
Li ser mijarê Endamê Tevgera Ciwanên Welatparêzî Kurdistanê Rêjwan Başûr daxuyanî da û got; “Weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk me dest bi çalakiyê kir, lê ji aliyê asayîşa û hêzên ewlehiyê ya Silêmaniyê ve hate astengkirin û mûdaxele kirin. Gelek çalakger binçavkirin.”
Rêjwan Başûr eşkere kir ku wê weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer heta ku Ocalan di girtîgehê de be û dagirkerî berdewam be, timî çalakiyên xwe yên ji bo parastina xak û gelê xwe berdewam bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeya’Heta serkeftinê serî hilde, serî hilde’ bi dawî bû.