Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, greva birçîbûyîna ku ji 6’ê Kanûnê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kiribû, îro bi meşek girseyî hat bi dawîkirin.
ATÎNA- Li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, greva birçîbûyîna ku ji 6’ê Kanûnê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kiribû, îro bi meşek girseyî hat bi dawîkirin. Di meşa girseyiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurdistanê ve hat lidarxistin de him tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat şermezarkirin, him jî bîryarên Amerîkayê ya li ser Rojava û gef û êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê hat protestokirin. Sosyalîstên Tirkiyeyê û komên Yewnan jî piştgirî dan meşê.
Meş, ji qada Academia heya balyozxaneya Amerîkayê berdewam kir. Bi sedan kes, alên YPG, YPJ, TEV-DEMê û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daliqandin û dest bi meşê kirin. Girse, heya ku çalakî biqede dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Zindana”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava”, û “ TC ya Faşîst” avêtin. Girse, bi dirûşmeyan hêrsa xwe ya li hember tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan û ev peyam anîn ziman; “ Tu hêz nikarin Şoreşa Rojava vala derxînin. Em di şexsî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berxwedana ku li zindanan tê mêşandin û di şexsî Rojava û Bakur de jî têkoşîna ku Tevgera Azadiya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne silav dikin û dibêjin heya dîlopa dawî em di nava vê têkoşînê de bibin”.
Girse, piştre li ber balyozxaneya Amerîkayê ji bo şehîdên şoreşê rêz girtin û merşa Çerxa Şoreşê xwendin. Heyetek çû balyozxaneyê û dosyayek pêşkeş kirin.
Piştî pêşkeşkirina dosyayê, daxûyanî hat dayîn û li hemberî polîtîqayên Amerîkayê helwest nîşan dan û ji bo ku statuya Rojava were dayîn û nasîn bang li Amerîka û saziyên navneteweyî kirin. Di derbarê vekişîna ji Rojavayê de jî hat gotin ku “ me baweriya xwe bi Amerîka neanî, me bi Serok APO anî, me bi şehîdên xwe û gerîlayên xwe anî û em ê serbikevin jî. Ji Amerîka û saziyên navnetewiyê tenê xwestekek me heye, ew jî li hember îxtîmala êrîşan hewşenga hewayî bila were girtin.
Grevên birçîbûyînê hat silavkirin û hat gotin ku; ”Heya Serok APO azad nebe çalakiyên me jî berdewam bikin”. Piştî axaftinê bi dirûşmê û çepikan çalakî hat bi dawîkirin.