Serokçete Erdogan di 12 Kanunê de di axaftinê xwe ya Lutkeya Sinaî yê Parastina Tirk de got ku; ‘’Em dibêjin ku di Rojhilata Firat’ê ji bo em ji terorê paqij bikin tevgera me di nav çend rojan de destpê bike’’ û bi van gotinên xwe carekê din şoreşa Rojava tehdit kir.
DERÎK- Serokçete Erdogan, bi rojana gef li Rojava dixwe û heta cih bi cih sînora xwe jî derbas dikir. Dema gefên serokçete Erdogan didoma artêşa Tirk jî li ser sînor tevgera xwe zêde dikirin, di kêleka diwaran de dest bi kolandina xendekan jî kirin. Dîsa navçeyên nêzê sînor wek Akçakale, Serekanî, Pirsus û Nisêbînê çeteyên xwe bi cih kirin.
Piştê gefan, bi rêya çapemeniya havuzê carna li televîzyonan di noqteya sînorê de carna jî ji cihên germ bi nûçeyên xwe yên germ û derew wekê ku şer aniha destpêbike nişan dida. Mijarekê balkêş ê din jî ew bû ku bi çeteyên xwe yên OSO’yê roportaj dikirin û wana xweşik nişan didan.
Serokçete Erdoğan piştê 10 rojan gavê ku herkes jê bendê bû avêt. Serokçeteya ku bere jî bi derew û gav paşavêtinê xwe baş dihat nasîn bi gotinê xwe ya îro ‘’Em ê demekê din jî bisekinin’’ gav paş ve avêt. Dema ku daxuyanî jî daihat dayîn li ser sînora di navbera Dêrîk û Cîzîr-Sîlopi’yê tunebûna leşkeran balkêş bû. Ket objektîfa kamerayên me ku evê li ser sînor ewqas xuregurê radikirin û zêdekirina leşker û xendekan dikirin pişte axaftinên gav paş ve avêtinê xuya nekirin.
NC/Navdar SERHED