QSD: ”Di 48 seatên dawî de 169 çeteyên Tirk hate kuştin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encama şerê 48 saetên dawîn ji hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encama şerê 48 saetên dawîn ji hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê eşkere kir. QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî biryara serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirine.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Berovajî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ji vekişandina hêzên wan ji Sûriyê ku got “Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li Sûriyê hatiye tunekirin”, çeteyên DAIŞ`ê ji vê yekê derfet dît, hêzên xwe kom kirin û êrîşên xwe li dijî navendên şervanên me zêde kirin.

Îro di saetên sibê de rêxistina terorîst bi awayekî dijwar û bi êrîşên xwekuj, bi panzêran êrîşî nuqteyên şervanên me yên li eniya Hecîn û derdora wê kir. Şer çend saetan dewam kir. Di encama wê de şervanên me zêdetirî 5 kesên xwekuj kuştin. 12 kesên xwekuj beriya ku bigihîjin encamên xwe ji aliyê şervanan ve hatin suîkastkirin. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin. Cenazeyên gelek çeteyan ketin destê şervanan. Şervanên me li wê eniyê bi pêş de çûn û êrîşên rêxistina terorîst têk birin.

Hejmareke çete hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hate teqandin

Li aliyekî din jî li heman eniyê rêxistina terorîst hewl da hêzên xwe bi ser hev de bîne da ku êrîş bikin. Lê êrîşa wan hat têkbirin. Çeteyan bi top û moşekan êrîşî nuqteyên şervanan kir. Çeteyan hewl da ku di bin topbaran de êrîş bikin. Lê hewldanên wan ji aliyê şervanan ve hatin têkbirin. Di encama wê de hejmareke ji terorîstan hatin kuştin û erebeyeke leşkerî hate teqandin.

Gelek cebilxane ketin destê şervanan

Di saetên nîvro de jî terorîstan careke din hewl da êrîş bikin. Panzêreke terorîstan û erebeyeke ku çeka doçkayê li ser bû, hatin teqandin. Hejmareke ji terorîstan hatin kuştin. Cenazeyê gelek terorîstan ketin destê şervanên me. Piştî ku şervanan derbeyên giran Ii terorîstan xistin, terorîstan bi topên hewanê û moşekan êrîş kir. Lê di encamê de tu zirar çênebûn. Du erebeyên terorîstan ketin destê şervanên me ji wan panzêrek û erebeyek ku bi çeka doçkayê, her wiha gelek cebilxane jî ketin destê şervanan.

Balafirên koalîsyonê li baregehan xist

Ji aliyekî din ve li heman eniyê terorîstan bi dijwarî êrîşî nuqteyên şervanan kir. Di encama wê de hejmareke terorîst hatin kuştin û hindek jî birîndar bûn. Cenazeyê gelekan ketin destê şervanan. Şervanên me dozereke terorîstan kir hedef û hate bêbandorkirin. Şervanên me li wî aliyî bi pêş de çûn. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî êrîşî baregehên rêxistina terorîst kir. Di encama wê de bi dehan terorîst hatin kuştin û baregehên wan hatin rûxandin.

Di heman demê de di saetên sibê de şerekî giran di navbera şervanên me û rêxistina terorîst de derket. Şer heta saetên nîvro dewam kir. Di encama wê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Cenazeyên wan ketin destên şervanan. Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî baregeh û tevgera terorîstan kir hedef.

Terorîstan ji gelek aliyan ve hewl da êrîşî nuqteyên şervanên me bikin. Lê şervanên me hewldanên wan vala derxistin. Piştî wê ji dûr ve bi moşekên (SPG) êrîş kir lê tu zerar negihîşt şervanan. Li wê eniyê şerên demkî car caran rû didan, her wiha êrîş bi topên hewanê û moşekên SPG dihat kirin.

Di encamê de hin şervanên me birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyan.

Encama şerê dawîn:

– 169 terorîst hatin kuştin, 31 cenazeyên wan ketin destê şervanan û 7 jî birîndar bûn. Çekên ku ketin destên şervanan: Çekeke doçka (12,5), panzêrek, çend çekên kalaşnîkof û miqdareke cebilxane.

– Zerarên ku gihîştin terorîstan: 36 baregehên wan hatin rûxandin, 5 rêyên leşkerî ku çeteyan bi kar dianîn hatin qutkirin, dozerek, erebeyeke bombebarkirî, 2 erebeyên ku çeka doçka li ser, panzêrek û dozerek hatin teqandin.

– Balafirên koalîsyonê 82 derbeyên hewayî pêk anîn.”

Nivîsa Pêş