Ciwanan bang li YNK’ê kir ku nekeve bin xizmeta dijmin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê bi daxuyaniyek çapemeniyê girtina kesên duh di xwepêşandana li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatîn girtin şermezar kir. Ciwanan bang li YNK’ê kir ku nekeve bin xizmeta dijmin.
Endamê Ciwanên Welatparêz yê li Kerkûkê, Amed Kerkûk daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Ciwanên Welatparêz, rêxistinek fermîne li Herêma Kurdistanê. Me xwest em çalakiyek li li Silêmaniyê dijî tecrîda ser Rêber Ocalan lidarbixin, lê asayîşa Silêmaniyê ya bi ser Yekitiya Nîştimana Kurdistanê, derdora xwepêşandanê girt. Hejmara otomobêlên asayîşê ji xwepêşandanan zêdetir bû.
Asayîşê di xwepêşandanê de 97 kes girtin. Ji vane 30 jinin û 4 jî rojnamgerin. Em hêvîdarin YNK, navçeyên ku di destê wî de mayî, bi awayek demokratîk bi parêze.”
Hêjayê gotinê ye duh dema Tevgera Ciwanên Welatparêz xwestin li dijî tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê xwepêşandanekê lidar bixin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, asayîşê destur nedabû û 97 kes hatibûn binçavkirin.
Di dema mudaxeleyan de 4 rojnamevên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî hatin binçavkirin.